Li Çînê êdî kirîna otomobîlên karebayî ne tenê ji bo parastina jîngehê ye

Pekîn (Rûdaw) – Bihabûna petrolê li Çînê bazara otomobîlan hejand.

Aloziya li Tengava Hurmizê û bihabûna petrolê Çîniyan bi lez û bez ber bi otomobîlên karebayî ve dehf dide.

Li Çînê êdî kirîna otomobîla karebayî ne tenê ji bo parastina jîngehê ye.

Di heman demê de parastina berîkê jî ji bo welatiyan bûye pêşeng.

Wang Hengê ku li Pekînê şofêriyê taksiyê dike got:

"Ji ber bihabûna sotemeniyê min vê dawiyê ev otomobîla karebayî kirî.

Çimkî lêçûna wê gelekî kêmtir e û ji bo karê min gelekî guncav e."

Di firotinê de zêdebûneke rekor

Amar sosret in, tenê meha Adarê li Çînê firotina otomobîlên karebayî ji 900 hezarî derbas bûye.

Ev li gorî meha berê ji sedî 94 zêdebûnekê nîşan dide ku rekorek e.

Niha li ser rêyên wî welatî 36 milyon otomobîlên karebayî hene.

Tê çaverêkirin ku tenê îsal 20 milyon otomobîlên din werin firotin.

Xwediyê şirketa firotina otomobîlan Jin Xin Zhong Teng qala rewşê kir û wiha axivî:

"Ji ber guherîna rewşê êdî gelek mişteriyên me hene û em rojê bi nîvekî 240 heta 260 otomobîlan difiroşin.

Bihabûna petrolê û rewşa aloz a li Îranê, xelk dilgiran kir ku dê lêçûna jiyanê hîn zêdetir bibe.

Loma otomobîlên bi enerjiya nû bala zêdetir mişteriyan dikişînin."

Karebaya erzan û teknolojiya bipêşketî, Çîn kiriye hilberînerê herî mezin ê enerjiya paqij a cîhanê.

Şofêrên li vir, lêçûnên kêm û aloziyên siyasî yên navneteweyî wekî pîvanekê bi kar tînin ku dev ji otomobîlên bi sotemeniya fosîl berdin û berê xwe bidin teknolojiya nû.

"Xerciya sotemeniyê pirsgirêkeke mezin bû"

Birêvebira çavkaniyên mirovî Wang Xiao Xiaoyê jî anî ziman:

"Ez ji ber bihabûna petrolê li vir im da ku otomobîleke karebayî bikirim.

Kalîteya wan gelekî baş e û lêçûna wan kêm e.

Bi taybetî ji bo min ku di nav bajêr de gelekî geştê dikim, xerciya sotemeniyê pirsgirêkeke mezin bû."

Niha zêdetirî ji sedî 55ê firotina otomobîlên nû yên li Çînê, otomobîlên karebayî ne.

Çîn bi bidestxistina ji sedî 70yê hilberîna vê sektorê ya li seranserî cîhanê, di pîşesaziya veguhastinê de bûye pêşengê guherînê.