Swêd: Agirbesta Îran û Amerîkayê ji bo kêmkirina aloziyan gaveke girîng e

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Swêdê ragihand ku agirbesta şerê li Îranê gava ewil a kêmkirina aloziyên herêmê ye û pêwîst e li tevahiya Rojhilata Navîn were bicihanîn.

Wezareta Karên Derve ya Swêdê her wiha destnîşan kir ku divê derbasbûna keştiyan a di Tengava Hurmizê re vegere rewşa asayî, çimkî ev yek ji bo bazirganî û aramiya aboriya cîhanê gelekî girîng e.

Wezareta Karên Derve ya Swêdê di bersiva e-maila edîtorê beşa navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa de li ser agirbesta şerê li Îranê û dan û standinên li Pakistanê daxuyaniyek da û ragihand:

"Em pêşwaziya ragihandina agirbestê dikin û wê wekî gaveke girîng a ji bo kêmkirina aloziyên li herêmê dibînin.

Pêwîst e niha bala sereke li ser rêzgirtina li agirbestê ya li tevahiya herêmê be da ku dîplomasî bi ser bikeve."

Peymana du hefteyan û nakokiya li ser Hurmizê

Serokê Amerîkayê Donald Trump 8ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê Truth Socialê peymana agirbesta welatê xwe û Îsraîlê ya li gel Îranê ragihandibû.

Ev peyman ji bo du hefteyan e û li ser pêşniyara Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf pêk hatiye.

Biryar e sibe şandeyên Amerîka û Îranê li Îslamabadê bicivin da ku ji bo agirbesteke temamî dan û standinan bikin.

Trump ragihandibû ku Îran ji bo derbasbûna keştiyan a di Tengava Hurmizê re pereyan werdigire, divê veguhastina di wê tengavê re bêpere û bi ewle be.

Rayedarên Îranî jî dibêjin divê agirbest Libnanê jî li xwe bigire lê Amerîka û Îsraîlê ev xal red kiriye.

Piştî ragihandina agirbestê jî Îsraîlê car caran Libnan bombebaran kiriye.

Bandora şer li ser aboriya cîhanê

Wezareta Karên Derve ya Swêdê li ser mijarê got:

"Divê alî rêz li hiqûqa navneteweyî bigirin û binesazî û kesên sivîl werin parastin.

Girîng e veguhastina di Tengava Hurmizê re bêyî derengketin asayî bibe, çimkî ji bo aramiya aboriya cîhanê xwedî girîngiyeke mezin e."

Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir û Tehranê jî bi dron û mûşekan bersiv da wan.

Îranê wekî beşek ji bersivdayîna xwe, ji roja duyem a şer ve Tengava Hurmizê girtibû.

Li gorî Fona Navneteweyî ya Pereyan (IMF), şer rojane bi navînî hinartina petrolê ji sedî 13 û ya gazê ji sedî 20 kêm kir.

Her wiha petrol jî ji 72 dolaran gihîşt nêzîkî 120 dolarî.