Amerîka: Navçeya aram bi dirêjiya sînorê Tirkiye û Sûriyê li rojhilatê Firatê tê pêkanîn

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey ragihand ku di navbera welatî û Tirkiyê de pêşketin li danûstandinên wan ên bi mebesta avakirina navçeya aram li rojhilatê Çemê Firatê hene, lê pêwîstî bi zêdetir giftûgoyan heye.

 

Şandiyê Taybet ê Amerîkayê ji bo Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê û Karûbarêm Sûriyê James Jeffrey di hevpeyvîneke ligel Şarkul Avast de diyar kir ku danûstandinên wan ên ligel Tirkiyê re pêşketine.

 

James Jeffrey li ser mijara navçeya aram dibêje wan pêşketin bidest xistiye, lê hêj ew mijar divê gotûbêjên zêdetri li ser bên kirin..

 

James Jeffrey li ser peywendiyên ligel Rêveberiya Xweser û armanca mana hêzên Amerîkî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê wiha dibêje: “Mana hêzên me li bakurê rojhilatê Sûriyê rêgir bû li pêş hêzên Îranê, daku piştî têkşikandina DAIŞê hêzên îranî valahiya ewlekariyê danegirin. Em piştîvaniya operasyonên Israîlê dijî çalakiyên hêzên îranê li Sûriyê dikin. Navçeya aram bi dirêjahiya sînorê Tirkiyê-Sûriyê li rojhilatê Feratê tê çêkirin. Ligel Tirkiyê bo kûrahiya navçeya aram raya cuda heye. Me pêngavên baş avêtine û divê danûstandinên zêdetir bên kirin. Ti hevahengiyek me ya yekser li gel Ocalan an kesên nêzîkî wî nîne.

 

Nêzîkî 2 hezar leşker û şêwirmendên Amerîkayê li Sûriyê hene, û piraniya wan jî li navçeyên jêr destê Hêzên Sûriya Demokratîk de dimînin.

 

Di çend salên borî de Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê alîkariya HSDê kir, heta ku DAIŞ têkşikand, niha jî berpirsên HSDê daxwazê ji Amerîkayê dike, ku hijmarek leşkerên xwe li navçeyê bihêle.