Dadgeha Federal biryar da: Xwendekara Tirk Rumeysa Ozturk dê were berdan

NEW YORK - Dadgeha federal a eyaleta Vermontê biryar da ku xwendekara bi navê Rumeysa Ozturk bi lezgînî were berdan.

Li Amerîkayê Ji ber beşdarbûna xwenîşandanên li dijî şerê Xezeyê di van mehên dawî de vîzeyên bi hezaran xwendekarên navneteweyî tên betalkirin.

Xwendekar di kolanan de ji aliyê ICE Polîsên koçberan) ve tên binçavkirin û di navendên koçberan de tên girtin.

2 xwendekarên xwedî Green Card li New Yorkê hatin binçavkirin û xwendekara bi navê Rumeysa Ozturk jî ku welatiya Tirkiyeyê ye, meha borî dema ku li Bostonê di kolanan de dimeşiya, hatibû binçavkirin. Ev 45 roj in Ozturk li eyaleta Louisiananê di navenda koçberan de tê girtin.

Li ser van binçavkirinan li Amerîkayê dozên hiqûqî hatin vekirin û di nav 2 hefteyên dawî de 2 kes bi biryara Dadgeha Federal hatin azadkirin.

Xuya dike ku dadgehên Amerîkî li hemberî biryarên Serokê Amerîkayê Donald Trump helwestê digirin.

Parêzer Jessie Rossman derbarê vê mijarê de ji nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr re wiha got:

"Dadgehê îro ragihand ku wan berpirsiyariya xwe bi cih aniye. Dadgehê îspat kir ku daxwazên pêvajoya dadweriyê yên ji bo Destûra Yekem û Destûra Pêncem pir girîng in ku dê di dema dadgehkirinê de li gor daxwaznameya wê were birêvebirin û di vê navberê de, ew dê Rumeysa ji Louisiananê bi kefaletî berdin."

Li aliyê din de jî gelek welatiyên Amerîkî û xwendekar li pêşiya dadgehan xwenîşandanan li dar dixin da ku xwendekarên desteserkirî werin azadkirin.

“Em dê bi ser bikevin”

Piştî biryara azadkirina Rumeysa Ozturk, wan dilxweşiya xwe bi Tora Medyayî ya Rûdawê re parve kir.

Xwepêşander Wafic Faour got, "Ez gelekî dilgeş im. Di hundirê xwe de, em dizanin ku hikûmet ti sedem tune ku Rumeysa an jî Mahsun bixe zindanê.  

Ew mafên Destûra Yekem e. Ji ber vê yekê em dizanin ku em dê di dawiyê de bi ser bikevin.

Em dizanin ku neheqî heye. Em dizanin ku di pirsa Filistînê de hevgirtina me mezintir dibe."

Welatiya bi navê James Leasê jî got, "Ez pir bi heyecan im. Ev serkeftineke mezin e, hem ji bo azadiya axaftinê û hem jî ji bo Filistînê."

Xwepêşander Saloma Furlongê jî got, "Bi kelecanî ye. Ev tam wisa ye ku çêtirîn tiştê ku me dikarî îro hêvî bikira û ez pir kêfxweş im ku ev biryar hat dayîn."

Li gor vê biryarê, divê Rumeysa Ozturk bi kefaletî ji navendê li Louisiananê were berdan.

Doza giştî li hemberî wê di vê navberê de berdewam dike û dê di 22yê vê mehê de were dîtin lê heta wê demê divê Rumeysa Ozturk azad bimîne.