Trump: Hindistan û Pakistanê li ser agirtbestê li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku piştî gotûbêjên navbeynkariyê yên Amerîkayê, Hindistan û Pakistanê li ser agirbestê li hev kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socîalê diyar kir di navbera Hindistan û Pakistanê de bi navbeynkariya Amerîkayê gotûbêjên agirbestê hatin kirin.

Trump ragihand ku Hindistan û Pakistanê li ser agirbestê li hev kir û got:

“Ez her du dewletan pîroz dikim û em ji bo ragihandina agirbestê kêfxweş bûne."

Li aliyê din Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Pakistanê Mihemmed Îshaq Dar jî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê agirbesta di navbera Pakistan û Hindistanê de peyam daxuyaniyek weşand.

Mihemmed Îshaq Dar got, "Pakistan û Hindistanê li ser agirbesteke ku demildest bikeve rewacê li hev kir."