Brîtanyayê derbarê vîzeyê biryareke nû da: Bandorê li Başûrê Kurdistanê jî dike
Dusseldorf (Rûdaw) – Li Brîtanyayê wergirtina vîzeyê ji bo wan kesên ku hemwelatiyên welatekî ne ku gelek penaber ji wir berê xwe didin Brîtanyayê, zehmettir dibe.
Li Brîtanyayê du nûçe hene ku ji bo Kurdên niştecihên wir û ji bo wan kesên ku dixwazin ji Kurdistanê biçin Brîtanyayê jî girîng in.
Ya yekem ew e ku hikûmeta Brîtanyayê plan daniye ku ji niha û pê ve pêvajoya dayîna vîzeyê ji bo wan kesan zehmet bike ku ji welatê wan gelek kesan li Brîtanyayê daxwaza mafê penaberiyê kiriye.
Hefteya bê hikûmeta Brîtanyayê planeke nû ya koçberiyê eşkere dike ku bi Îngilîzî jê re dibêjin “Immigration White Paper” û tê de diyar dike ku çawa dixwaze wer bike ku koçber kêmtir herin Brîtanyayê.
Ev piştî wê yekê hat ku hikûmeta niha ya Brîtanyayê ku di destê Partiya Karkeran de ye, ji ber bilindbûna rêjeya çûna koçberan di bin givaşa mezin a kolan û dengderan de ye.
Daneyên hikûmeta Brîtanyayê diyar dikin ku di nav 108 hezar daxwazên penaberiyê yên ku par (ango 2024) hatine pêşkêşkirin de, 16 hezar kes bi vîzeya xwendinê çûne Brîtanyayê û piştre daxwaza mafê penaberiyê kiriye.
Hikûmet dixwaze wisa bike ku ji niha û pê ve, bo nimûne, eger ji Îraqê daxwazên penaberiyê zêde bin, êdî bi hêsanî vîze bi wan kesên ku ji Îraq û Başûrê Kurdistanê dixwazin bi vîzê biçin wî welatî, neyê dayîn.