Birêvebirê WHOyê ji bo Hantavîrusê çû Spanyayê: Keştî li wir e
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) gihîşt Spanyayê da ku serperiştiya pêvajoya veguhastina rêwiyên keştiya ku vîrusa "Hanta" tê de belav bûye bike.
Hikûmeta Spanyayê jî diyar kir ku ji bo veguhastina geştyaran a ber bi balafirgehê ve rêçikeke cuda hatiye amadekirin.
Birêvebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus roja şemiyê gihîşt girava Tenerifeyê ya Spanyayê.
Armanca geşta Tedros Adhanom serperiştiya veguhastina rêwiyên keştiya geştyariyê ya MV Hondiusê ye.
Adhanom her wiha hewl dide cîhan û şêniyên herêmê piştrast bike ku ev ne şewbeke nû ya wekî "Korona"yê ye û metirsî di bin kontrolê de ye.
'Ev ne Korona ye'
Tedros Adhanom di nameyeke vekirî de ji bo şêniyên giravê, hewl da wî tirsê birevîne ku ji ber navê "belavbûna vîrusê" çêbûye û nivîsî:
"Ez dixwazim hûn bi zelalî bibihîzin û bibînin; ev ne Koronayeke nû ye, metirsiya wê ya li ser tenduristiya giştî hîn jî nizm e."
Birêvebirê Giştî yê WHOyê qebûl kir ku bibîranînên tal ên xelkê li gel sala 2020î û vîrusa Koronayê hene lê tekez kir ku rêxistina wan bi hûrgilî çavdêriya rewşê dike.
Ji bo geştyaran rêçikeke cudakirî
Wezîrê Karên Navxwe yê Spanyayê Fernando Grande-Marlaska ragihand ku welatê wî li hev kiriye pêşwaziya wê keştiyê bike ku alaya Holendayê li ser e û da zanîn:
"Geştên asmanî ji bo vegerandina geştyaran a welatên wan hatiye amadekirin."
Li gorî plana hikûmeta Spanyayê, geştyarên welatên (Amerîka, Brîtanya, Almanya, Fransa, Belçîka, Îrlanda û Holenda) tên vegerandin.
Ji bo wan geştyarên ku welatên wan li derveyî Yekîtiya Ewropayê ne jî planeke taybet hatiye danîn.
Ji bo rêgirtina li tevlîheviya geştyaran a li gel xelkê herêmê, biryar hatiye dayîn ku keştî bibe bendera pîşesaziyê ya "Granadilla" ku devereke dûr e.
Rêwî dê bi otomobîlên taybet û bi rêya "rêçikeke bi temamî cuda" ber bi balafirgehê ve werin veguhastin.
Metirsiya vîrusa 'Andes' çi ye?
Tiştê ku bûye sedema dilgiraniyeke kûr a navneteweyî, piştrastkirina cureya "Andes" (Andes virus) e di nav pêketiyan de.
Ev tekane cureya Hantavîrusê ye ku dikare ji mirovan derbasî mirovan bibe.
Heta niha 3 kes di nav keştiyê de mirine û di nav keştiyê de 150 kes hene ku xwediyê 23 nasnameyên cuda ne.
Vîrusa Hantayê (Hantavirus) çi ye?
Nexweşiyeke kêmpeyda ye û bi piranî bi rêya kojeran (mişk û cird) derbasî mirovan dibe.
Cureya "Andes" cureya herî metirsîdar a wê ye çimkî ji mirovan derbasî mirovan dibe.
Nîşaneyên wê ev in: Taya tund, êşa serî, zikçûn û ji karketina bilez a pişik û gurçikan.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku pisporekî navneteweyî di nav keştiyê de ye û heta niha ti rewşên nû yên bi nîşane nehatine tomarkirin lê rewş di bin çavdêriyeke gelekî tund de ye.