Li Nîjeryayê di teqînekê de 6 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Sokotoyê ya li bakurrojavayê Nîjeryayê di teqînekê de 6 kes mirin.

Berdevkê Polîsê Sokotoyê Ehmed Rufai di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku teqîn li gundê Gwabroyê yê eyaletê qewimiye û tê texmînkirin ku ji ber amûreke teqînê ya çêkirina destan pêk hatiye.

Rufai got ku di teqînê de 6 kes mirine û gelek kes birîndar bûne.

Rufai daxuyand ku lêkolîna li ser bûyerê berdewam dike lê ti hûrguliyên din nedan.

Nîjerya demeke dirêj e rastî êrişên Boko Haram û ISWAPê (şaxê DAIŞê yê Afrîkaya Rojava) tê.

Lakurawa jî kanûna paşîn a borî ji aliyê birêvebiriya Nîjeryayê ve wekî komeke terorîst hatibû binavkirin.