Li Awisturyayê êrişî dibistanekê hat kirin: Gelek kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Grazê yê Awisturyayê bi çekan êrişî dibistanekê hat kirin.

Polîsê herêmê ragihand ku herî kêm 8 kes mirine û gelek kes birîndar bûne û êrişkar xwe kuştiye.

Medyaya dewletê ya Awisturyayê (ORF) diyar kir ku di nav kuştî û birîndaran de xwendekar û mamoste jî hene.

Polîsê herêmî piştî bûyerê dest bi operasyoneke mezin kir.

Li derdora dibistana BORG Dreierschützengasse ya li ser kuçeya Dreierschützengasse tedbîrên ewlehiyê hatin standin.

Rayedaran ragihand ku êriş ji aliyê xwendekarekî ve hatiye pêkanîn û gumanbar piştî êrişê xwe kuştiye.

ORFê ragihand ku polîsan avahî vala kiriye.