Şahan û Asmîn jî êdî alman in

Köln (Rûdaw) - Li Almanyayê salane bi dehhezaran biyanî dibin hemwelatiyên vî welatî. Di nava van biyaniyan de bi hezaran Kurd jî hene.

Herdu xuşk û birayên kurd Şahan (13) û Asmîn Ozdemir (11) jî êdî hemwelatiyên Almanyayê ne. Herdu ligel malbata xwe li bajarê Saarbruckenê dijîn. Dayika Şahan û Asmîn ji Cizîra Botan e û bavê wan ji Hezexê ye. Dêbavên wan beriya 15 salan wekî penaber hatibûn Almanyayê. Ew jî wekî herdu xuşk û birayên xwe yên din li Almanyayê hatin dinê. Malbatê berê pasaporteke tirkî standibû û ev yek dibû sedem ku ew ji hinek mafên hemwelatiyên Almanyayê bêpar bin. Heta niha, dema wan bi malbatî dixwest derkevin derveyî Almanyayê, carcaran bi pirsgirêka vîzeyê re rû bi rû diman, lê bi vî awayî ji vê pirsgirêkê rizgar bûne. 

Herdu zarokên kurd li malê bi kurdî diaxivin û Asmîn diyar dike ku bi xêra vê yekê dema ew diçe betlanê li Kurdistanê, ew dikare bi mirovên xwe re bi hesanî têkiliyan deyne. Malbata Ozdemîr salane 4 hefteyan diçe Kurdistanê û li wir betlaneya xwe dike. Şahan wiha behsa çavdêriyên xwe yên li Kurdistanê dike: “Cizîr û Hezex 30 km ji hev dûr in. Gellek mirovên min li wir hene. Weke li vir, ewqas otomobîl li wir nîn in. Teknolojiya li wir jî ne wekî ya li vir pêşketî ye. Lê ew otomobîlên li wir heyî jî, li lampeyên sor yên trafîkê nasekinin. Kes ji bo wan lampeyan xeman naxwe.“ 

Şahan balê dikişîne ser wê yekê ku dema ew bibe 18 salî, ewê êdî bikaribe dengê xwe jî di hilbijartinê de bide. Li Almanya derdorda 15 milyon esilbiyanî dijîn. Ji van nîvê wan bûne hemwelatiyên Almanyayê. Hersal zêdeyî sed hezar biyaniyên li vî welatî dijîn mafê hemwelatîbûnê bidest dixin. Hejmara Kurdên dibin hemwelatiyên Almanyayê jî hersal bilindtir dibe.