Otobus û barhilgir li hev qelibîn: 11 mirî, 45 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li Brezîlyayê otobuseke rêwiyan û kamyonek li hev qelibîn, 11 kes mirin, 45 kes birîndar bûn.

Li gorî medyaya herêmî, otobuseke rêwiyan a ku ji bajarê Cuiabayê bi rê ketibû, li nêzîkî bajarokê Lucas do Rio Verdeyê li barhilgireke bi pembû barkirî qelibî.

Di qezayê de 11 kesan canê xwe ji dest da û 45 kes jî birîndar bûn ku rewşa 11 ji wan giran e.

Li ser agahdarkirinê, gelek ambulans û tîmên agirvemirandinê şandin cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku derbarê sedema qezayê de dest bi lêpirsînê hatiye kirin.