Berî civîna li Alaskayê, Ewropa zextên li ser Rûsyayê zêde dike
Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyên Ewropayê daxwaz kir ku “zextên zêdetir” li Rûsyayê werin kirin.
Ev daxwaz piştî ragihandina lûtkeya Trump û Putin a ji bo bidawîanîa şerê li Ukraynayê hat ku bûye sedema dilgiraniyê û dibe ku rêkeftin Kyivê neçar bike dest ji beşeke berfireh a axa xwe berde.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump dê roja înê li eyaleta Alaskayê ya Amerîkayê bicivin.
Hefteya borî dema ku lûtke hat ragihandin Trump gotibû, “guhertina hinek axê dê di berjewendiya her du aliyan de be” bêyî ku hûrgiliyên zêdetir bide.
Serok Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy roja şemiyê hişyarî da ku Ukrayna ji bo bidestxistina aştiyê dê dest ji axa xwe bernede.
Zelenskyy li ser torên civakî nivîsand, “Ukraynî axa xwe nadin destê dagirkeran.
Biryareke li dijî me, biryareke bêyî Ukraynayê, biryareke li dijî aştiyê ye jî.”
Zelenskyy di pêwendiyeke telefonî de bi Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer re bangî hevpeymanên Ukraynayê kir ku “gavên zelal” biavêjin ji bo gihîştina aştiyeke mayînde.
Serkirdeyên Ewropayê şeva şemiyê daxuyaniyeke hevpar weşand û tê de got:
“Yekane rêya ku dikare serkeftî be, ew e ku dîplomasiyeke bibandor, piştgirî ji bo Ukraynayê û zexta li ser Rûsyayê ji bo bidawîanîna şerê xwe yê neyasayî bi hev re pêk bîne.”
Wan bi germî pêşwazî li hewlên Trump kir û ragihand ku ew amade ne ji aliyê dîplomatîk ve alîkar bin.
Di daxuyaniyê de ku ji aliyê serkirdeyên Fransa, Almanya, Îtalya, Polonya, Brîtanya, Fînlandayê û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyenê ve hatibû îmzekirin hat gotin:
“Divê xeta niha ya pêwendiyê bibe xala destpêkê ya danûstandinan.”
Her wiha hat ragihandin ku çareserî “divê berjewendiyên ewlehiyê yên girîng ên Ukrayna û Ewropayê biparêze” ku di nav de “pêwîstiya bi garantiyên ewlehiyê yên bihêz û pêbawer ku rê bidin Ukraynayê bi awayekî bibandor parastinê li serwerî û yekparçeyiya axa xwe bike.”
Wan destnîşan kir ku “rêya aştiyê li Ukraynayê bêyî Ukraynayê nayê diyarkirin.”
Roja şemiyê, şêwirmendên ewlehiya niştimanî yên hevpeymanên Kyivê ku di nava wan de Amerîka, welatên Yekîtiya Ewropayê û Brîtanya hebûn li Brîtanyayê civiyan ku nêrînên xwe yên beriya lûtkeya Putin û Trump bikin yek.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî pêwendiyên telefonî yên bi Zelenskyy, Starmer û Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz re got:
“Çarenivîsa Ukraynayê bêyî Ukrayniyan nayê diyarkirin û divê Ewropa jî di dan û standinan de beşdar be.”
Zelenskyy di gotara xwe ya êvara şemiyê de tekez kir û got:
“Pêwîst e dawiyeke rast li vî şerî were anîn û ew Rûsya ye ku divê dawî li wî şerî bîne ku wê bi xwe dest pê kiriye.”