NÎJERYA - Di qezayekê de 12 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Îmoyê ya Nîjeryayê di qezayeke trafîkê de 12 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Polîsê Eyaleta Îmoyê Henry Okoye di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku li ser rêya Owerri-Onitshayê ya eyaletê otobuseke rêwiyan li tankerekê qelibiye.

Okoye diyar kir ku di qezayê de 12 mirine û 8 kes jî birîndar bûne.

Wî da zanîn ku rewşa hinek birîndaran giran e û tirs heye ku hejmara miriyan zêde bibe.