Li Ewropayê daxwazên penaberiyê kêm bûn: Rêza yekem guherî

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Ajansa Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Kar û Barên Penaberan (EUAA), daxwazên mafê penaberiyê li Ewropayê di nîvê yekem a sala 2025an de bi awayekî berbiçav kêm bûne.

Hejmara daxwazkaran bi giştî kêm bûye lê ji ber guherîna rê û rêçên koçberiyê pirsgirêk û astengî bi awayekî aloz berdewam dikin.

Li gorî raporê, 399 hezar daxwaz li 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê li gel Norwec û Swîsreyê hatine tomarkirin ku li gorî heman dema sala 2024an ji sedî 23 kêm bûne.

Di warê pêşkêşkirina daxwazên herî zêde yên mafê penaberiyê de, Sûriyeyî êdî ne di rêza yekem de ne.

Cara yekem e ku piştî rûxandina desthilata Beşar Esed a di Kanûna Pêşîn a 2024an de, Sûriyeyî daketine rêza sêyem.

Welatiyên Venezuelayê di rêza yekem û yên Efxanistanê jî di rêza duyem de ne.

10 welatên ku herî zêde daxwaza mafê penaberiyê ji wan tê kirin ev in:

Venezuela: 49,000

Efxanistan: 42,000

Sûriye û Rojavayê Kurdistanê: 25,000

Bangladeş: 17,000

Tirkiye û Bakurê Kurdistanê: 17,000

Ukrayna: 16,000

Perû: 11,000

Komara Demokratîk a Kongoyê: 9,900

Kolombiya û Nîjerya jî di nav 10 welatên ewil de ne lê di raporê de hejmara wan bi dîyarî nehatiye dayîn.

Ji nav wan welatên ku herî zêde koçber berê xwe didin wan, Fransa û Spanya ketine pêşiya Almanyayê.

Lê wekî rêje, Yunanistan û Qibrisê li gorî hejmara niştecihên xwe herî zêde daxwaz wergirtine.

10 welatên ku di nîvê yekem a îsal de herî zêde daxwazên mafê penaberiyê wergirtine ev in:

Fransa: 78,000

Spanya: 77,000

Almanya: 70,000

Îtalya: 64,000

Yunanistan: 27,000

Awisturya: 20,000

Belçîka: 19,000

Holenda: 13,000

Swêd: 12,000

Polonya: 11,000

918 hezar daxwazî "rawestandî" mane, ango hîn li benda bersivê ne.

Ev tenê ew daxwazî ne ku cara yekem hatine pêşkêşkirin.

Eger ew kesên ku berê hatine redkirin û îtiraz kiriye jî bên hejmartin, hejmar digihîje 1,3 milyon dosyeyên ku divê biryar li ser wan bê dayîn.

Rêjeya dayîna mafê penaberiyê daketiye asta herî nizm û gihîştiye ji sedî 25an.

Êdî daxwazên Sûriyeyiyan wekî berê nayên qebûlkirin

Sedema vê ya sereke ew e ku êdî daxwazên Sûriyeyiyan wekî berê nayên qebûlkirin, ji ber ku welatên Ewropayê di wê baweriyê de ne ku Sûriye piştî rûxandina Esed aram bûye.

Nêzîkî 4,5 milyon Ukraynayî hîn jî xwedî mafê penaberiyê yê demkî ne ku nêzîkî nîvê wan li Almanya û Polonyayê ne.

Sûriye û Rojavayê Kurdistanê: Piştî rûxandina Esed daxwaz kêm dibin

Cara yekem e di nav zêdetirî 10 salan de ku welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne koma herî mezin a penaxwazan bûn li Ewropayê.

Piştî rûxandina Beşar Esed di Kanûna Pêşîn a 2024an de û avakirina hikûmeta veguhêz a Şamê, hejmara daxwazên Sûriyeyiyan bi rêjeya ji sedî 66 kêm bû û di nîvê yekem a 2025an de gihîşt tenê 25 hezar daxwazan.

Hezîrana 2025an daxwazên Sûriyeyiyan daketin 2,600an, divê were gotin ku Çiriya Paşîn a 2024an zêdetirî 12 hezar daxwazan hebûn.

Gelek Sûriyeyiyan biryara vegerê daye

Heta Tîrmeha 2025an nêzîkî 750 hezar kes ji welatên cîran vegeriyane Sûriyeyê.

Rêjeya qebûlkirinê jî bi awayekî berbiçav kêm bûye

Tenê ji sedî 17ê dosyeyên Sûriyeyiyan hatine pejirandin û wan mafê penaberiyê wergirtiye.

Tevî vê yekê jî rewş hîn ne diyar e.

Hinek Sûriyeyiyên li derveyî welat bi avakirina welatê xwe geşbîn in lê rapirsî nîşan didin ku zêdetirî ji sedî 80yê Sûriyeyiyên li Ewropayê niyeta wan nîne ku sala pêşiya me vegerin welatê xwe.

Îraq û Başûrê Kurdistanê: Kêmbûna koçberan

Welatiyên Îraq û Başûrê Kurdistanê berê li Ewropayê yek ji komên herî mezin ên penaxwazan bûn lê niha hejmara wan bi awayekî darîbiçav kêm bûye.

Hejmara dosyeyên ku ji aliyê Îraqiyan ve hatine pêşkêşkirin li gorî salên borî kêm bûye û rêjeya qebûlkirinê jî pir kêm maye.

Nêzîkî ji sedî 21ê daxwazkaran ew kes in ku berê hatine redkirin û wan careke din serî lê daye.

Gelek Îraqî hîn jî li wan welatên ku civakeke mezin a diyasporaya Îraqî lê heye serlêdana mafê penaberiyê dikin lê bi giştî daxwazên wan li gorî yên Efxan, Venezuelayî û Sûriyeyiyan kêm bûne.

EUAA destnîşan dike ku hîn jî hin welatiyên Îraqê ji ber "nearamiyê" daxwaza mafê penaberiyê dikin lê Îraqî êdî wekî serdema şerê DAIŞê (2014-2017) ne xwediyê hejmara herî zêde ya daxwazkaran in.

Îran û Rojhilatê Kurdistanê: Rêjeya qebûlkirinê ya kêm û zexta siyasî

Her çend welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne di nav wan kesan de bin ku herî zêde daxwaza mafê penaberiyê kiriye jî hejmareke berbiçav a daxwazên wan li seranserê Ewropayê bê bersiv mane.

Piraniya daxwazkaran ji kesên li dijî hikûmetê û endamên wan pêkhateyan pêk tên ku "rûbirûyî çewisandinê dibin."

Rêjeya qebûlkirinê kêm maye

Piraniya daxwazkaran bi sedemên ku rêjeya qebûlkirina wan kêm e (ango kêmtir ji sedî 20 ye) serî lê didin û piraniya wan tên redkirin.

Rayedarên Yekîtiya Ewropayê çavdêriya rewşê dikin da ku zanibin ka gelo nakokiyên siyasî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dê bibin sedema pêleke nû ya koçberan.

Tirkiye û Bakurê Kurdistanê: Bilindbûneke demkurt

Rapor diyar dike ku daxwazên mafê penaberiyê ji aliyê welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistan ve sala 2023yan ji ber "zexta siyasî" bi awayekî berbiçav zêde bûbûn lê ji wê demê ve careke din kêm bûne.

Di nîvê yekem a 2025an de, 17 hezar daxwaz hatine pêşkêşkirin ku ev yek li gorî tevahiya sala borî ji sedî 41 kêmbûnek e.

Hîn jî welatê ku welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistan herî zêde serî lê didin Almanyayê ye û piraniya wan ew kes in ku ji siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê ne razî ne.

Rêjeya qebûlkirina wan li seranserê Ewropayê bi awayekî berbiçav daketiye; di sala 2019an de ji sedî 54ê wan dihatin qebûlkirin lê îsal tenê ji sedî 12ê wan hatine qebûlkirin.

Rapor dibêje ku desteserkirina kesayetên diyar ên wekî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, nîşan dide ku hîn jî "nearamiya siyasî" hinek welatiyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê neçar dike ku berê xwe bidin derveyî welat lê li gorî du sal berê, hejmareke kêmtir ji wan berê xwe didin Ewropayê.

EUAA hişyariyê dide ku tevî kêmbûna daxwazan jî zexta penaberan a li ser Ewropayê dê bilind bimîne çimkî 1,3 milyon dosyeyên sekinandî hene.

Her wiha li gel rêjeya herî kêm a qebûlkirinê ya di dîrokê de jî sîstema penaberiyê ya Ewropayê hîn jî di bin zexteke mezin de ye.