Musk êdî ne kesê herî dewlemend e: Ellison ew li pey xwe hişt
Hewlêr (Rûdaw) - Elon Musk êdî ne kesê herî dewlemend ê cîhanê ye, Larry Ellisonê damezirînerê kompanyaya Oracleyê bi 393 milyar dolarî qad pê da valakirin.
Li gorî malpera Bloombergê, piştî qezencên mezin ên kompanyaya Oracleyê ya taybet bi teknolojî û hişê çêkirî ya doh, serweta Ellison di rojekê de 101 milyar dolar zêde bû û gihişt 393 milyar dolarî.
Bi vî awayî, ew ji 385 milyarên Elon Musk derbas bû.
Kompanyaya Oracleyê ragihand ku daxwaza li ser kapasîteya navendên amaran ji aliyê kiryarên hişê çêkirî ve zêde bûye.
Ev yek jî bû sedema bilindbûneke berbiçav a nirxê pişkên kompanyayê.
Heta saet 18:00ê êvara doh bi dema Hewlêrê pişkên kompanyayê ji sedî 40 biha bûn.
Safra Catza ku Birêvebira Cîbicîkar a Oracleyê ye ragihand ku kompanyayê çar peymanên bi çend milyar dolarî li gel kiryarên xwe îmze kirine û ew li bendê ne ku di mehên bê de peymanên din jî îmze bikin.
Oracle şiyana komputer, xizmetguzariyên cloud û nermalava databasê ji bo kompanyayên hişê çêkirî peyda dike.
Oracleyê meha Tîrmehê rêkeftineke ji bo peydakirina 4,5 gîgawat kareba ji bo kompanyaya OpenAIya xwediyê ChatGPTyê ragihandibû ku enerjiya nermalava xwe ya hişê çêkirî peyda bike.
Bloombergê amaje pê kir ku bazdana Ellison "zêdebûna herî mezin a di rojekê de ye" ku ji aliyê Bloombergê ve hatiye tomarkirin.
Li gel bilezbûna bipêşketina hişê çêkirî pişkên Oracleyê îsal ji sedî 103 biha bûne.
Musk cara yekem sala 2021ê navê kesê herî dewlemend bi dest xist.
Musk du caran navê xwe ji dest daye; sala 2021ê ji bo demekê ji Bernard Arnaultê Birêvebirê Cîbicîkar ê LVMHyê re û sala 2024an jî ji Jeff Bezosê damezirînerê Amazonê re.
Ji bo Ellison rêya bûyîna kesê herî dewlemend ê cîhanê vedigere sala 1977an, dema ku wî dev ji zanîngehê berda û alîkariya damezirandina Oracleyê kir.
Milyarderê 81 salî xwediyê ji sedî 98ê Girava Lanaiyê ya Hawaiiyê ye.
Pêwendiyeke nêzîk a Ellison û Serokê Amerîkayê Donald Trump heye.
Ew gelek caran ji bo merasîmên teknolojîk ên curbicur li gel wî li Koşka Spî xuya dike.