Wezîrê Parastinê yê DYA: Em amade ne bazarê bi Tirkiyê re bikin!

10-10-2014
RÛDAW
A+ A-

Düsseldorf (Rûdaw) - Ji dema destpêkirina şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hevpeymanên wê li hemberî rêxistina terorê DAIŞê, DYA daxwazê ji Tirkiyê dikin ku ew jî tevlî vê têkoşîna wan ya li hemberî DAIŞê bibe, lê Tikiyê hertim şertên xwe ji bo hevkariyeke wiha danîne pêş DYAyê. Niha jî Wezîrê Parastinê yê DYAyê, Chuck Hagel, diyar kir ku ew amade ne bazarê ligel Tirkiyê bikin.

Ji bo razîkirina Tirkiyê ya piştgiriya jidil ya şerê li hemberî DAIŞê, duh ji bili sekreterê NATOyê, Jens Stoltenberg, herwiha nûnerê DYAyê yê ji operasyona li hemberî DAIŞê berpirs John Allen jî çûbû Tirkiyê û herduyan hewl dabûn Tirkiyê razî bikin. Di nav daxwaz û şertên Tirkiyê yên ji bo başdarbûna di şerê li hemberî DAIŞê de, ji bilî jiholêrakirina sîstemên xwerêveberiyê yên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, şerê DYAyê û hevpeymanên wê li hemberî rejîma Beşar Esed û avakirina “herêmeke ewlekariyê“ li bakurê Sûriyê, ango li ser axa Rojavayê Kurdistanê hene. Kurd û gellek çavdêrên siyasî vê daxwaza Tirkiyê ya avakirina “herêmeke ewlekariyê“ weke hewla jinavbirina xwerêveberiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dinirxînin.

Tevî ku duh sekreterê NATOyê, Jens Stoltenberg, diyar kiribû ku avakirina “herêmeke ewlekariyê“ li bakurê Sûriyê ne di rojeva wan de ye, lê Wezîrê Parastinê yê DYA, Chuck Hagel, ku niha ji bo geştekê li Başurê Amerîkayê ye, li paytexta Kolombiya Bogotayê got ku ew amade ne li ser daxwaza Tirkiyê ya avakirina “herêmeke ewlekariyê“ bazarê bikin.

Chuck Hagel diyar kir ku bêguman Tirkiye xwedî wê hêza leşkerî ye ku li hemberî DAIŞê şer bike û got: “Ew daxwaza Tirkiyê ya avakirina herêmeke ewlekariyê li ser sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de vê gavê ne di rojeva DYAyê de ye. Lê Waşington amade ye ku di vê bareyê de guftûgoyê bike.“

Daxwazên DYAyê yên ji Tikiyê bi taybetî ev in: Destûrdayîna ku DYA û hevpeymanên wê ji baregeha leşkerî ya li Incirlikê ya nêzîkî Edenê êrişên ezmanî li hemberî DAIŞê pêk bînin; herwiha ji Tikiyê tê xwestin ku piştgiriya “hêzên nerm“ yên opozisyona sûrî li hemberî DAIŞê bike, bo mînak di aliyê perwerdeyê û biçekkirine de.

Di pirsa êrişên ezmanî ji aliyê DYA û hevpeymanên wê bo ser rejîma Beşar Esed, ku yek ji şertên Tirkiyê ye, berdevka Wezareta Derve ya DYAyê, Jen Psaki, diyar kir ku êrişên li hemberî rejîma Esed ne di fokûsa hevpeymaniya navnetewî de ne, lê fokûsa wan li ser jinavbirina rêxistina terorê DAIŞê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst