Norwêcê şandina çekan bo Tirkiyê da sekinandin

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber êrîşa yekalî ya Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, Norwêcê biryar da ku şandina hemû corên çek û teqmeniyan bo Tirkiyê bide rawestandin.

Wezîra Derve ya Norwêcê Ine Eriksen Soreide, aşkere kir ku ji ber êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê, wan şandina hemû cure çek û teqemenî bo Tirkiyê rawestandine.

Ine Eriksen Soreide di daxuyaniya xwe de aşkere kiriye ku rewş tevlîhev û aloz e û diyar kiriye, “Wezareta Derve jî weke bergiriyekê biryar da bersiva daxwazên Tirkiyê yên derbarê berevanî û warên din nede.”

Piştî Fînlandê, Norwêc duyemîn welatê Ewropayê ye, ku şandina çekan bo Tirkiyê daye sekinandin.

Ev yek di demekê de ye, ku ew welat û Tirkiye endamên NATOyê ne.

Tirkiyê ji duh Çarşemiyê ve dest bi êrîşa xwe bo ser Rojavayê Kurdistanê kiriye.