Zelensky: Rûsyayê bi dronên Îranê Ukrayna bombebaran kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky dibêje, Rûsyayê binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê bi dronên Îranê bombebaran kiriye. Her wiha Wezareta Navxwe ya Ukraynayê jî dibêje Rûsyayê bi 75 mûşekan bajarên cuda yên Ukraynayê kiriye armanc.
Roja Duşemê 10ê Cotmeha 2022, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di vîdyoyekê de got "Ev sibeheke dijwar e. Bi dehan mûşek û dronên Îranî yên Şahîd hatin bikaranîn. Du hedefên wan hene: Yekem binesaziya enerjiyê û ya duyem jî gel e." Zelensky got ku Rûsya dixwaze sîstema enerjiyê ya welatê wî têk bibe.
Di heman demê de, Fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Ukraynayê Valery Zaluzhny got ku hêzên Rûsyayê "75 mûşek avêtin Kiev û bajarên li başûr û rojavayê Ukraynayê." Zaluzhny got ku 41 ji wan mûşekan ji aliyê sîstema berevaniya Ukraynayê ve hatine xistin.
Li aliyê din Wezareta Navxwe ya Ukraynayê jî da zanîn ku di encama mûşekan de herî kêm 8 kes mirine û 24 kes jî birîndar bûne.
Di vê navberê de, Zelensky got ku wî bi Rawêjkarê Almanyayê Olaf Scholz û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re axiviye û "li hev kirine" ku civînek "lezgîn" a G7 were lidarxistin û "bi tundî" bersiv bidin.
Moldova jî dibêje sê mûşekên Kruzê yên Rûsî esmanê welatê wan derbas kirine û bang li nûnerê Rûsî kirine da ku vê yekê şirove bikin.
Wezîrê Derve yê Moldovayê Nico Popesco di twîtterê de wiha got "Mûşek ji keştiyeke Rûsyayê ya li Deryaya Reş hatin avêtin û qada esmanî ya Moldovayê derbas kirine."
Êrîşa mûşekî ya îro ya li ser Ukraynayê bû sedema bertekan; Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverley di twîtterê de ragihand ku êrîşa mûşekî ya li ser Ukraynayê nayê qebûlkirin û ev nîşana lawaziya Putin e.
Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrel got ku êrîşa mûşekî ya li ser Ukraynayê wan"şok" kirine.
Serokê Belarusî Aleksander Lukaşenko, hevalbendê nêzîk ê Rûsyayê, Ukraynayê bi "amadekirina êrîşê" tawanbar kir; û got ku ew dê bi Rûsyayê re hêzeke herêmî ya hevbeş ava bikin.