ATÎNA - Penaberekî Kurd li ber mirinê ye: ‘Li min dixin!’

Hewlêr (Rûdaw) - Enwer Nîluferiyê 39 salî yê ji Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, 10 sal in li Atînaya paytexta Yunanistanê wekî penaberekî bêdosye li ser peyarêyan dijî.

Enwer Nîluferî ji Rûdawê re behsa rewşa xwe ya xirab kir û got, "Ez li ber mirinê me."

Enwer Nîluferiyê ku pêywendî bi Rûdawê re danî, diyar kir ku wî bi zehmetiyeke mezin xeta înternetê peyda kiriye da ku dengê xwe bigihîne.

Nîluferî da zanîn ku ew derçûyê beşa Endezyariya Avedaniyê ye û 2 salan di projeyên Parêzgeha Hewlêrê de xebitiye.

Enwer Nîluferî anî ziman:

"Wê dema ku ez li Hewlêrê bûm, çend caran ji min hat xwestin ku ez Kurdistanê bi cih bihêlim, ji ber ku nasname û pasaporta min nebû û nedidan min jî."

Enwer Nîluferî diyar kir ku sala 2014an neçar maye Herêma Kurdistanê bi cih bihêle û pereyê xwe daye qaçaxçiyan heta ku gihiştiye Yunanistanê lê ew hatiye xapandin û li wir hatiye berdan.

Enwer Nîluferî da zanîn:

"Her cara ku ez diçim saziyên Yunanistanê û dadgehê ji bo pêşkêşkirina dosyeyekê da ku mafê mayînê li Yunanistanê wergirim, ji ber ku ti belgeyên min ên fermî nînin daxwaza min tê redkirin û guh nadin min."

Nîluferî bi dilekî şewitî behs kir û got:

"Li hemberî wan binpêkirinên kûr ên mafên mirovan ku ez rastî wan hatime ti rêxistin bi hawara min ve nehatine.

Ji sala 2017an ve zêdetirî 3 caran ez ketim greva birçîbûnê lê niha ez neçarî vê rewşê bûme û ji ber birçîbûnê gihiştime ber mirinê.

Xelkê vî welatî heqaretê li min dikin, li min dixin û çarenivîsa min nediyar e."