Li Fîlîpînê erdheja bi hêza 7,4 pileyan: Hişyariya tsunamiyê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Fîlîpînê li beravên girava Mindanaoyê erdhejeke bi hêza 7,4 pileyan çêbû.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 20 kîlometre li rojhilatê bajarê Santiagoyê yê giravê bûye.

Di erdheja ku bi qasî 60 kîlometreyan di kûrahiya erdê de çêbûye de, heta niha ti ziyanên canî yan madî nehatine ragihandin.

Li gorî medyaya herêmî, Enstîtuya Volkanolojî û Sîsmolojiyê ya Fîlîpînê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê da.

Li Papua Gîneya Nû jî erdheja hêza 6,3 pileyan

USGSyê ragihand ku li Papûa Gîneya Nû ku wekî Fîlîpînê dikeve ser Xeleka Agir a Pasîfîkê, erdhejeke bi hêza 6,3 pileyan çêbûye.

Hat diyarkirin ku erdhej 10 kîlometreyan di kûrahiya erdê de li beravên başûrê rojhilatê girava Manusê çêbûye.

Fîlîpîn û Papua Gîneya Nû di nav wan welatan de ne ku herî zêde tevgerên sîsmîk lê çêdibin li ser Xeleka Agir a Pasîfîkê ne.

Di erdheja 30ê Îlonê ya bi hêza 6,9 pileyan ku li beravên rojavayê herêma Palomponê ya Fîlîpînê çêbûbû de, zêdetirî 70 kesî miribûn.