María Corina Machadoyê Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2025an stand
Hewlêr (Rûdaw) - Xelata Aştiyê ya Nobelê dan seroka mixalefeta Venezuelayê û Donald Trump bê hêvî ma.
Xelata Aştiyê ya Nobelê hat ragihandin û ne dan Serokê Amerîkayê Donald Trump. Li şûna wî, xelat dan seroka mixalefeta Venezuelayê María Corina Machadoyê.
Komîteya Nobelê ya Norwêcê diyar kir ku xelat ji ber "têkoşîna wê ya bêwestan a ji bo aştiyê li Venezuela û cîhanê daye María Corina Machadoyê.
Komîteyê got, "ev naskirineke dadperwerane ye ji bo keseke ku hema hema tevahiya jiyana xwe ji bo xebata di rêya aştî û rizgariyê de terxan kiriye."
Komîteyê her wiha amaje pê kir ku xelat ji ber serokatiya wê ya wêrek û fedakar û pêbendbûna wê ya bêwestan a ji bo bidestxistina aştî û nirxên demokratîk e ku balê dikişîne ser binpêkirinên mafên mirovan ên di bin desthilata rejîma Maduro de.
Komîteya Nobelê: Machadoyê ji ber têkoşîna ji bo demokrasiyê xelat wergirt
Komîteya Nobelê diyar kir ku Maria Corina Machadoyê li hemberî otorîterîzma ku li Venezuelayê her ku diçe berfireh dibe, pêşengiya têkoşîna ji bo demokrasiyê kiriye.
Machado endezyarî û darayî xwendiye û ji bo demekê di warê karsaziyê de xebitiye.
Wê sala 1992yan Weqfa Ateneayê damezrand ku ji bo berjewendiya zarokên kolanan ên li Caracasê dixebite.
Piştî 10 salan ew bû yek ji damezrînerên Sûmateyê ku ji bo hilbijartinên azad û dadperwer dixebite û perwerde û çavdêriya hilbijartinan dike.
Ew sala 2010an bi hejmareke rekor a dengan ji bo Meclisa Niştimanî hat hilbijartin.
Rejîmê sala 2014an ew ji wezîfeyê dûr xist. Machadoyê serokatiya partiya mixalefetê ya Vente Venezuelayê dike û sala 2017an alîkarî da damezrandina hevpeymaniya Soy Venezuelayê ku hêzên alîgirên demokrasiyê li welêt li ser xetên dabeşker ên siyasî dike yek.
Wê sala 2023yan berbijêriya xwe ya ji bo hilbijartinên serokatiyê yên 2024an ragihand.
Dema ku beşdariya wê hat astengkirin, wê piştgirî da berbijêrê alternatîf ê mixalefetê Edmundo Gonzalez Urrutia.
Mixalefet bi berfirehî seferber bû û belgeyên sîstematîk kom kirin ku ew serketiya rastîn a hilbijartinê ye.
Rejîmê serkeftina xwe ragihand û destê xwe li ser desthilatê zexmtir kir.
Maria Corina Machadoyê berî her tiştî ji ber hewldanên xwe yên ji bo bipêşxistina demokrasiyê li Venezuelayê Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt.
#GRAFÎK - Siyasetmedara Venezuelayî María Corina Machadoyê Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2025an stand pic.twitter.com/I8IsefHcpq
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 10, 2025