Donald Trump û Barack Obama dicivin

Navenda Nûçeyan – Serokê nû yê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump berî demekê gihîşt Washingtonê û biryare li Koşka Spî bi Serokê niha yê Amerîka Barack Obama re hevdîtinê bike.

 

Donald Trump îro bi firokeya xwe ya taybet a Boing 757 ji firokexeya LaGuardia Aiport a Virginiyayê ve ber bi paytexta Amerîka bajarê Washingtonê ve kete rê, da ku li Koşka Spî amade bibe.

 

Biryare Trump li gel Serokê Amerîkayê Barack Obama bicive û bi wî re derbarê 71 rojên mayî yên li pêşiya radestkirin û veguhastina desthilatê ji demokratan bo komariyan de gotûbêj bike. Çûna Trump bo Koşka Spî piştî axavtina duh a Serokê Amerîkayê Barack Obama hat, ku piştî bi dawî hatina hilbijartinan, daxwaz kir, ku dawî bi nakokî û cudahiyan bihê anîn.

 

Herwiha civîna navbera Trump û Obama 2 rojan piştî hilbijartinên serokatiya Amerîkayê tê, ku Trump tê de karîbû namzedê demokratan Hillary Klinton şikest bide û bibe Serokê nû yê wî welatî.

 

Li gorî agahiyan, serdana Trump bo washingtonê û pêkanîna civînê li Koşka Spî li ser daxwaza Obama bûye.

 

Di serdanê de, hevjîna Trump, Melaniya jî bi wî re ye û biryar e li gel hevjîna Obama, Michael Obama û herwiha hevjîna Cîgirê Serokê Amerîkayê Joh Bidne, Jill bicive.

 

Herwiha îro ji saet 09:10 li gorî dema rojhilatê Amerîkayê, servîsa nihênî ya Amerîkayê asta ewlehiyê ji bo burca Trump li bajarê New Yrokê bo astê ewlehiya serokatiya bilind kir.

 

Di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, Donald Trump ê namzedê komariyan karîbû 279 dengên elektral bi dest bixe û weke Serokê nû yê Amerîkayê hat diyarkirin. Hillary Klinton jî tenê 228 dengên elektral bi dest xistibû.