Li Slovakyayê du trênan li bin guhê hev xist, gelek birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê Slovakyayê du trênan li hev xist û di encamê de bi dehan rêwî birîndar bûn.

Qeza li ser xeta trenê ya di navbera paytext Bratîslava û bajarokê Pezinokê de qewimî.

Polîsên Slovakyayê li ser Facebookê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku piştî qezayê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku trên piştî lihevketinê ji rêya xwe derneketine.

Hatin û çûyîna trênan a li her du aliyan hatiye rawestandin û ji bo valakirina rêwiyan otobus şandine herêmê.

Li gorî nûçeyên medyaya herêmî yên ku ji Wezareta Karên Navxwe hatine wergirtin, 11 kesên ku di qezayê de birîndar bûne rakirine nexweşxaneyê.