BRÎTANYA - Pispora Kurd bi dahênana li dijî plastîkê hat xelatkirin
London - Pispora Kurd a Kîmyayê Dr. Fanya Îsmaîl ji ber dahênaneke nû wekî pispora herî baş a di warê xwe de hat xelatkirin.
Dahênana Fanyayê madeyeke saxlem e ku li şûna plastîkê tê bikaranîn.
Federasyona Bijîşkî û Zanistî ya Kurdistanê ya li Brîtanyayê (KMSF), konferansa xwe ya salane li dar xist.
Hejmareke zêde ya bijîşk, zanyar û pisporên Kurd ên li wî welatî dijîn tevlî konferansê bûn.
Di konferansê de teqezî li ser veguhastina ezmûn û sîstema tenduristiyê ya Brîtanyayê ji bo Herêma Kurdistanê hat kirin.
Konferans di bin navê "Piştgirî li Neteweya Me, Biêşxistina Nasnameya Me" de hat lidarxistin û armanc jê bihêzkirina pêwendiyên zanistî û pîşeyî û veguhastina şarezayiyan ji bo Kurdistanê bû.
Pispora Kurd a Kîmyayê Dr. Fanya Îsmaîl jî ji ber serkeftina xwe hat xelatkirin.
Dr. Fanyayê ragihand ku wê alternatîfa plastîkê madeyeke nû afirandiye û ev made ji xîzê duristkirin.
Li gorî gotina Fanyayê, ev made dikare li şûna plastîkê bê bikaranîn û ji ber ku xwezayî ye, piştî bikaranînê vedigere nav xwezayê.
Dr. Fanyayê amaje bi ziyanên plastîkê jî kir û got, "Bi vexwarina fîncaneke qehweyê, 25 hezar perçeyên plastîk derbasî nava laşê însnên dibin."
Akademîsyena Kurd her wiha got, “Teknolojî pirsgirêka plastîkê çareser nake lê hebûna vê madeyê pirsgirêkê kêm dike.”
Dahênana Dr. Fanyayê ji bo kêmkirina bikaranîna plastîkê wekî çareseriyeke jîngehî û tenduristî tê dîtin.