Civîna Koma Kurmancî ya 61ê dest pê kir

10-12-2017
RÛDAW
Nîşan Koma Kurmancî Komxebat Ziman Kurdî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Pirtûkxaneya Kurdî ya li paytexta Swêdê bajarê Stockholmê duh 9ê berfanbara 2017ê Civîna Koma Kurmancî ya 61ê dest pê kir.

 

Zimanasên kurd ên ku di komekî bi navê Kurmancî de hatine ba hev û 30 sal in bê hember li ser peyvên kurdî dixebitin, 61emîn komxebata xwe ya vê carê li Stockholmê birêve dibin.

 

Ji her parçeyên Kurdistanê endamên Koma Kurmancî hene û ew bi ser Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve ye û beşdarên komxebata vê carê ev in: Reşo Zîlan (Agirî), Mistefa Aydogan (Mêrdîn), Têmûrê Xelîl (Rewan), Elîşêr (Wan), Emîn Narozî (Êlih), Hemîd Kiliçaslan (Mêrdîn), Rênas Awdal (Zaxo), Newzad Hirorî (Duhok) Selam Nûman (Qamişlo) û Zinar Soran (Dêrik).

 

Koma Kurmancîyê ve 30 sal in bê rawestîyan salê du caran civînan çêdikin û hercarê zêdeyî heftêyekê û her roj pitir ji 10 seatan karê xwe didomîne.



 

Di vê komxebatê de gengeşe û vekolîn wê li ser babetên xwarê bê kirin:

 

Karên teknîkî û serrastkirina 60 hejmarên Kurmancî Ehmedê Nalbend – Newzad Hirorî

 

Peyvên kêmnas/nenas – Reşo Zîlan

 

Peyvên zaxoyî – Rênas Awdal

 

Peyvên Berrîyê – Hemîd Kilicaslan

 

Peyvên ji Wanê – Ziya Avci

 

Peyvên di pirtûka ”Nameyek ji Şirnaxê” – Mustefa Aydogan

 

Civîna Kurmancî ya 61ê heta roja şemîyê 16ê Çileya pêşin dom dike

 

Xebata Koma Kurmancî di sala 1987an de ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve dest pê kiriye û heta niha bê navbir salê du caran ev xebata xwe domandiye. Herweha gelek lêkolîner, nivîskar û zimanzanên kurd beşdarî nav vê xebatê Koma Kurmancî bûne. (çavkanî: Riataza)

 

(A.B)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst