Ciwanekî Kurd li kampeke koçberan a Almanyayê xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanê Kurd Faruk Ornekê ku saleke li kampeke Almanyayê, li benda wergirtina mafê penaberiyê bû dawî li jiyana xwe anî.

Faruk Ornekê 21 salî ji gundê Tilelayê yê navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Li gorî nûçeya Şirnak Haberê, Faruk Ornek berî salekê bi qaçaxî çûbû Almanyayê û daxwaza mafê penaberiyê kiribû.

Ciwanê Kurd di vê pêvajoyê de li Kampa Penaberan a Balingenê ya ku li eyaleta Baden-Wurttembergê ye dima.

Li gorî îdiayên, Faruk Ornek ji ber zextên ku lê dihatin kirin dawî li jiyana xwe anî.

Cenazeyê ciwanê Kurd dê ji bo veşartina bibin navçeya Hezexê.

Di demên dawî de gelek bûyerên xwekuştina koçberên Kurd tên dîtin.

Berî niha jî Îrfan Koçer tevî hevjîn û zarokên xwe ji Amedê koçî Almanyayê kir.

Îrfan Koçer jî hem ji ber ku ji malbata xwe hat veqetandin û hem jî ji ber zextan meha Tîrmehê dawî li jiyana xwe anî.

Almanyayê meha Tebaxê Kurdê Êzidî yê bi navê John Sedî Faris Siloyê 27 salî piştî 11 salan dersînor kir.

Ciwanê Êzidî, piştî ku ji Almanyayê hat Hewlêrê, di nava çend demjimêran de canê xwe ji dest da.

Mehmet Alî Okanê 24 salî jî ku ji navçeya Hezexêa Şirnexê ye bi hevalê xwe re koçî Ewropayê kir.

Mehmet Alî Okanê ku 2 salan winda bû li goristaneke bêkesan a Belarûsê hat dîtin.