Amed û bajarekî Fransayê dibin destbirak
Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rennesê ya Fransayê de "protokola bajarê destbirak" tê îmzekirin.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ji bo hinek hevdîtinan li Fransayê ne.
Bucak û Hatun di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Parîsa paytexta Fransayê de bi endamên Komîsyona Pêwendiyên Derve ya Şaredariya Parîsê re civiyan.
Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî di wê serdanê de bi şandeyê re bû.
Şandeya Amedê di hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya gavên ji bo xurtkirina piştevaniya di navbera her du bajaran de û parvekirina ezmûnên hevpar.
"Em ji hevkariyê re amade ne"
Endama Komîsyona Pêwendiyên Derve ya Şaredariya Parîsê Geneviève Garrigosê jî diyar kir ku ew ji bo bipêşxistina hevkariyên demdirêj û domdar ên bi Amedê re amade ne.
Protokola bajarê destbirak tê îmzekirin
Bucak û Hatun dê rojên pêş bi Şaredariya Rennesê re protokola "bajarê destbirak" îmze bikin.
Her wiha Serra Bucak û Dogan Hatun dê beşdarî gera teknîk a li ser birêvebirina bermahiyên gilêşê jî bibin.