Trump: Ewropa ber bi hilweşînê ve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê got ku welatên Ewropayê nikarin qeyrana krîza koçberan çareser bikin û parzemîn ber bi hilweşînê ve diçe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di hevpeyvîneke berfireh a li gel Politicoyê de daxuyaniyên tund li ser siyaseta Ewropa û şerê Ukraynayê dan.

Trump serkirdeyên Ewropayê wekî "lawaz" bi nav kirin û sînyala qutkirina alîkariyên ji bo Ukraynayê da.

Trump her wiha Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy wekî "astengiya sereke ya li pêşiya aştiyê" nîşan da.

Donald Trump, tenê rojekê piştî civîna serkirdeyên Ewropayê ya li Londonê axivî kuu tê de şerê Ukraynayê hatibû gotûbêjkirin.

Wî tabloyek reş ji bo paşeroja Ewropayê xêz kir û zexta li ser Zelenskyy zêde kir.

"Ewropa ber bi hilweşînê ve diçe"

Yek ji beşên herî balkêş ên hevpeyvînê, rexneyên Trump ên li ser demografî û pêkhateya siyasî ya Ewropayê bûn.

Trump îdia kir ku welatên Ewropayê nikarin krîza koçberan bi rê ve bibin û parzemîn "ber bi hilweşînê ve diçe."

Serokê Amerîkayê hişyariya xwe tundtir kir û got, "Eger bi vî awayî berdewam bikin dibe ku gelek welatên Ewropayê pênaseya xwe ya welatbûnê ji dest bide.

Tiştên ku di mijara koçberan de dikin karesateke tam e."

Lê belê Trump di van rexneyên xwe de du welat ji yên din cuda girtin.

Trump pesnê Macaristan û Polonyayê da û got ku wan di mijara koçberan de "karekî gelekî baş kiriye" lê neteweyên din ên Ewropayê bi xetereya tunebûnê re rûbirû ne.

"Gelekî diaxivin lê kirin tune"

Trump civîna serkirdeyên Ewropayê ya li Londonê jî kir hedef û birêvebiriya parzemînê bi "bêçalakbûnê" tohmetbar kir.

Wî bersiva pirsa "Gelo Ewropa dikare alîkariya bidawîanîna şer bike?" wiha da:

"Ew gelekî diaxivin lê kiryarên wan nînin. Şer jî bi hemû tundiya xwe berdewam dike."

Trump diyar kir ku birrêvebiriya  Kîevê şer dirêj dike û Ewropayî çavên xwe li vê yekê digirin, lewma wî sînyalên xurt dan ku dibe Washington piştevaniya xwe kêm bike.

"Astengiya li pêşiya aştiyê..."

Trump di hevpeyvînê de tîrên rexneyan berê xwe dan Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî.

Tevî ku ti belge pêşkêş nekirin jî Trump îdia kir ku Rûsya li plana aştiyê ya ku Amerîkayê amade kiriye germ dinêre lê Zelenskyy pêvaj xitimandiye.

Trump zexta li ser Kievê zêde kir û got:

"Danûstandkarên Ukraynayî pêşniyara me qebûl kir lê Zelenskyy hîn plana nû nexwendiye jî. Rûsya bi plana ku me ji bo her du aliyan diyar kiriye razî ye."

Trump her wiha ji Zelenskyy xwest ku "nermbûnê nîşan bide" û ji bo aştiyê ax bide Moskowê.

"Ew lawaz in û nizanin çi bikin"

Serokê Amerîkayê di dawiya hevpeyvînê de bersiva pirsa "Gelo hevpeymaniya Amerîkayê ya bi van serkirdeyên ku ew wan wekî lawaz pênase dike re dê berdewam bike yan na?" da ku bersiveke dûrî nezaketa dîplomatîk bû.

Trump diyar kir ku parçebûnên di nav Ewropayê de têkiliyên bi Washingtonê re tehdîd dikin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin:

"Ev bi temamî girêdayî rewşê ye. Bi ya min ew serkirdeyên lawaz in, ya xerabtir ew nizanin çi bikin."

Li aliyê din hevpeymanên Ewropayî dilgiran in ku plana Amerîkayê dê Ukraynayê bêparastin bihêle û derî li ber êrişên nû yên Rûsyayê veke.