Li Mexribê du avahî rûxiyan, bi dehan mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê Mexribê du avahî rûxiyan û karesatekê rû da.

Di bûyerê de herî kêm 19 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.

Bûyer îro saetên serê sibehê li Taxa El-Mesîreyê ya bajarê Fesê qewimî.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mexribê (MAP), du avahiyên çarqatî yên ku li kêleka hev bûn rûxiyane.

Hat diyarkirin ku li wan avahiyan 8 malbat dijiyan.

"Xaniyên derdorê hatin valakirin"

Tîmên hawarçûnê birîndar veguhastin nexweşxaneyan û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li cihê bûyerê berdewam dikin.

Hêzên ewlehiyê ji bo tedbîrê xaniyên li derdorê vala kirin.

Heta niha derbarê sedema hilweşîna avahiyan de ti daxuyanî nehatiye dayîn.