Partiya Çep a almanî: Almanya di sûcên li dijî kurdan de şirîkê Tirkiyê ye!

11-01-2016
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Partiya Çep a Almanyayê DIE LINKE bang li hikûmeta Almanyayê dike ku dawî li “hevpariya sûcê li hemberî kurdan“ bîne.

Li ser navê Partiya Çep, parlementera esilkurd Sevim Dagdelen, ku di heman demê de berdevka pêwendiyên navnetewî ya fraksyona partiya xwe ye, di banga ku li ser malpera partiyê hatiye belavkirin de, dibêje:

“Tirkiye krîza koçberan bikartîne, da ku di siya wê de xwe ji kurdan xilas bike. Bi nedîtina bi zanebûn ya kiryaran û piştgiriya hikûmeta tirk, hikûmeta Almanyayê xwe dike hevparê şerê navxweyî.“

Dagdelen, ku cîgira serokê koma parlementerên alman-tirk e, wiha berdewam dike:

“Dema ku Erdogan behsa “terorîstan“ dike, mebesta wî ne DAIŞ e, lê kurdên Sûriyê û Tirkiyê ne. Terora wî ya dewletê li hemberî wan e. Ji ber krîza koçberan, binpêkirinên mafên mirovan ji hikûmeta Almanyayê re ne xem in. Ew herwiha berdewam bêyî şert û merc pişta Erdogan û hikûmeta AKPê digire jî.

Ji ber komkujiyên li hemberî xelkê kurd, divê hikûmeta Almanyayê şerê hikûmeta trik li dijî hemwelatiyên xwe bi tundî şermezar bike û bangî balyozê Tirkiyê bike. Divê hikûmeta Almanyayê ji bo danûstandinên aştiyê bikevê nav hewldanan. Pêwîst e hevkariya leşkerî-îstixbaratî û polîsî, herwiha şandina çekan demildest bên rawestandin, ji ber ku çekên alman dikujin.“

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst