Protestoya bi gotinên ‘Em parêzgarê kafir naxwazin’
Navenda Nûçeyan – Li payîtexta Cakarta ya bajarê Endonezyayê bi deh hezaran kes derketin kolanan û namzedê parêzgeriyê yê Mesîhî ku bi eslê xwe jî ji Çînê ye protesto kirin û gotin: “Em parêzgarê kafir naxwazin.”
Basuki Tjahaja Purnama niha parêzgerê Cakartayê ye û bi hinceta “heqaret li Îslamê kiriye” di derheqê wî de li dadgehê doz hatiye vekirin. Tevî vê dozê Basuki Tjahaja Purnama ji bo hilbijartina ku dê roja çarşemê pêk bê, bûye namzed.
Girseya ku li Mizgefta Îstîqlalê nimêja cemaetî kirin, piştî nimêjê ji bo namzedên misilman dengên gel xwestin.
Basuki Tjahaja Purnama li ser gotinên xwe yên weke “Hin komên misilman, bi ayetên Qur’anê ji gel dixwazin ku dengên xwe nedin min. Gel weke ehmeqan dibînin.”ji aliyê dadgehê ve tê darizandin.
Nifûsa Endonezyayê 250 milyon e. Gel ji sedî 10 mesîhî ye û ji sedî 1 jî ji Çînê ne.
Herwiha tê gotin ku Endonezya ji aliyê Îslamî ve miyanrew û nerm e.