Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Neçin Îraq û Îranê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê lîsteyeke nû ya hişyariya geştê ji bo welatiyên xwe belav kir.

Di lîsteyê de 21 welat wekî "Asta Çaran" hatin destnîşankirin ku asta herî bilind û xeternak a hişyariyê ye.

Li gorî rênimayên nû yên hikûmeta Amerîkayê, "Asta Çaran" tê wateya "geştê meke."

Ev pênase ji ber nearamiya rewşa navxwe ya wan welatan û ji ber ku balyozxaneyên Amerîkayê nikarin alîkarî û parastinê pêşkêşî welatiyên xwe bikin tê kirin.

Amerîkayê ragihandiye ku ev cih ji aliyê ewlehiyê ve "pir xeternak in" û bangî welatiyên xwe kiriye ku ji ber çi sedemê dibe bila bibe, bi ti awayî serdana wan welatan nekin.

Lîsteya welatên "xeternak"

Welatên ku di "Asta Çaran" de ne û geştkirin ji bo wan hatiye qedexekirin ev in:

Îraq, Îran, Sûriye, Efxanistan, Rûsya, Ukrayna, Libnan, Yemen, Lîbya, Somalî, Sûdan, Sûdana Başûr, Belarûs, Burkîna Faso, Burma (Myanmar), Komara Afrîkaya Navîn, Haîtî, Malî, Nîjer, Koreya Bakur û Venezuela.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, ev hişyarî bi awayekî demkî û li gorî guherînên ewlehiyê tên nûkirin.

Wezaretê tekezî li ser wê yekê kiriye ku geştkirina ji bo van welatan metirsiyê li ser jiyana geştyaran çêdike.

Belavkirina vê lîsteyê di demekê de ye ku ji destpêka îsal ve alozî di navbera Amerîka û Îranê de zêde bûne, ev yek jî berî wê yekê tê ku hefteya borî her du aliyan yekem gera dan û standinên xwe pêk anîn.