NY: Rejîma Sûriyê hêzên taybet ji bo kuştina xelkê bikar tîne

11-03-2013
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – NY ragihand ku rejîma Sûriyê hinek milîsên taybet bi navê “Lêjneyên Millî” ji bo kuştina xelkê wî welatî bikar tîne.

Li gorî nûçeya Reutersê, li gorî raporeka NY ku ji aliyê hinek pisporên mafên mirov ve pêk hatiye, rejîma Sûriyê hinek hêzên taybet bi navê “lêjneyên millî” ji bo kuştina xelkê wî welatî bikar tîne ku li Sûriyê jê re dibêjin “şebîhe”.

Li gorî amarên nefermî, ji destpêka alozî û şerê navxwe yê Sûriyê ve heta niha, zêdetirî 60 hezar kes hatine kuştin  ku nêzîkî 5 hezar jê zarok in.

Her wiha tê gotin ku zêdetirî 1 milyon kes jî aware bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst