Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê taybet ê NY di karûbarên Sûriyê de Staffan de Mîstura ragihand, hêz û aliyên Sûrî dikarin di hevdîtinên Jenêvê de li ser sîstemeke federal jî gotûbêj bikin.
Sêyemîn hevdîtinên navbera hêz û aliyên Sûriyê, ku Çileya îsal dest pê kiribû lê hatibû paşxistin, dê 14ê vê mehê dîsa li bajarê Jenêvê yê Swîsra dest pê bike.
Derheqê naveroka hevdîtinên Jenêvê de, nûnerê taybet ê NY di karûbarên Sûriyê de Staffan de Mîstura ji televîzyona Al Jazeera re axivî û got, çareseriya kirîza Sûriyê ji hemû deman zêdetir nêzîk û mumkin e.
Staffan de Mîstura diyar kir ku encamnameya hevdîtinên Jenêvê wek “pirtûka pîroz” e û got, Sûrî li dijî parçebûna welatê xwe ne lê mirov dikare di hevdîtinan de behsa federalîzm û sîstemeke federal bike.”
Ev helwesta NY derheqê Sûriyê de di rasta bangawaziya Serokatiya Herêma Kurdistanê de ye ji ber ku Serokatiya Herêma Kurdistanê beriya niha bang li partiyên Rojavayê Kurdistanê kiribû, xwe bikin yek û doza federalîzmê bikin.
Li gorî lihevkirina Amerîka û Rûsya, ji roja 27ê Sibata îsal ve li Sûriyê agirbest hatiye ragihandin. Dema agirbestê sibê (12ê Adar) diqede ji ber wê jî nayê zanîn ka dê agirbest were dirêjkirin yan na.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse