Navenda Nûçeyan – Li nêzîkî otobusa tîma Borussia Dortmundê teqînek çê bû û di encamê de yarîzanê sereke yê Dortmundê, Marc Barta birîndar bû.
Îşev biryar bû di çarçoveya qonaxa heştem a lîga şampiyona Ewropayê (UEFA) de, her du tîmên Borussia Dortmond a ji Almanya û Monako (Monaco) a ji Fransa li bajarê Dortmundê yê Almanyayê bihêne pêşberî hev.
Biryar bû, yariya navbera her du tîman îşev saet 21:45 li gorî dema Hewlêrê birêve biçe.
Lê berê beriya yariyê, teqînek li nêzîkî otobusa tîma Dortmundê çê bû.
Li gorî agahiyan, di encama teqînekê de yarîzanekî sereke yê tîma Dortmundê yê bi navê Marc Barta birîndar bûye.
Tîma Dortmundê li ser hesaba xwe ya fermî ya di tora civakî ya Twitterê de, ew zanyarî belav kirine.
Piştî teqînê, yariya navbera tîma almanî ya Dortmund û tîma fransî ya Monakoyê hat paşxistin.
Hat ragihandin, ku yariya navbera her du tîman dê sibe çarşemiyê di saet 18:45 li gorî dema Ewropayê birêve biçe.
Bei Abfahrt unseres Busses hat sich ein Vorfall ereignet. Eine Person wurde dabei verletzt. Weitere Infos folgen. #bvbasm
— Borussia Dortmund (@BVB) April 11, 2017
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse