Li Pakistanê serokwezîrekî nû hat hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) -  Piştî parlamentoya Pakistanê bawerî ji Serokwezîr Imran Xan stand, li wî welatî namzedê mixalefetê Şahbaz Şerîf di dengdayîna parlamentoyê de wek serokwezîr hat hilbijartin.

Li gor nûçeyên medyaya herêmî, piştî ku Serokwezîr Îmran Xan bi dengên pênebaweriyê bi awayekî fermî ji wezîfeyê hat dûrxistin şûna wî îro li parlamentoyê dengdayîn çêbû.

Di dengdayînê de Derokê Lîga Nawazê ya Misilmanan a Pakistanê (PML-N) Şahbaz Şerîf 174 deng hilda û wek serokwezîrê 23emîn ê wî welatî hat hilbijartin.

Wezîrê Derva yê berê Şah Mehmûd Qureyşiyê ji Partiya Tevgera Edaletê ya Pakistanê (PTI) beriya dengdayînê daxuyandî bû ku ew hilbijartinê boykot dike û ji ber wê îstifa dike. Qureyşî ji ber wê yekê ti deng hilneda.

Piştî daxuyaniya Qureyşî 120î zêdetir parlamenterên PTIyê ji meclisê derketibûn û daxuyandibûn ew dê li dijî "hikûmeta hawirde" dakevin kolanan.

Duh parlamentoya Pakistanê bi 174 dengên Na bawerî ji hikûmeta Îmran Xan stend û kabîneya hikûmeta wî hilweşiya.