Li Pakistanê lûtkeya dîplomatîk: Îran û Amerîka li ser maseyê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Amerîkayê ji bo dan û standinên li gel Komara Îslamî ya Îranê gihîşt Îslamabada paytexta Pakistanê.
Şeva borî jî şandeya Komara Îslamî ya Îranê gihîştibû.
Biryar e îro şandeyên her du welatan bicivin.
Ev civîn wekî hewleke kêmpeyda û girîng a ji bo gihîştina peymanekê û bidawîanîna aloziyan tê dîtin.
Çavkaniyên ji hikûmeta Pakistanê dibêjin, civîn dê dan û standinên rasterast li xwe bigire.
Demeke diyarkirî ji bo bidawîhatina civînê nehatiye danîn.
Tê pêşbînîkirin ku dan û standin 2 rojan biajon.
Kî di şandeya Amerîkayê de ye?
Koşka Spî piştrast kiriye ku Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance serokatiya şandeya welatê xwe dike.
Vance ku berê di Hêza Deryayî de xebitiye û sala 2005an li Îraqê bûye, yek ji kesayetiyên diyar ên Partiya Komarî ye.
Di şandeya Washingtonê de ji bilî J.D. Vance, Nûnerê Trump ê Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Witkoff, Şêwirmendê Trump Jared Kushner û Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper jî cih digirin.
Şandeya Îranê û mazûvaniya Pakistanê
Şandeya Îranê jî ji Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ku serokatiya şandeyê dike, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, Sekreterê Encumena Parastinê Elî Ekber Ehmediyan û Serokê Banka Navendî Ebdulnasir Himetî pêk tê.
Hikûmeta Pakistanê di asta herî bilind de mazûvaniya dan û standinan dike.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf, Wezîrê Karên Derve û Cîgirê Serokwezîr Îshaq Dar, Sererkan Asim Munîr û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Mihemed Asim Malîk dê di civînan de amade bin.
Ev civîn di demeke hestyar de tê kirin û çavê cîhanê lê ye.
Çimkî encama wê dê çarenivîsa herêmê û egera derketina şerekî giştgîr yan jî gihîştina aştiyeke mayînde diyar bike.