Li Almanyayê bûyereke gumanbar: Rustemê Efrînî bi guleyên polîsan hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Berê sibeha dawiya hefteya borî, xewna ciwanekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê bi dawî bû.
Rustem, ew ciwanê ku bû qurbaniya bûyereke gulebarankirina polîsên Almanyayê.
Di demekê de ku malbata wî di şîn û matemiya kurê xwe de ne, pirsên yasayî yên li ser şêwazê miamaleya polîsan û bikaranîna hêza zêde ya li hemberî otomobîla wî ciwanî û hevalên wî, dengvedaneke mezin çêkiriye.
Xezal dayîkeke xelkê Efrînê ye ku ji sala 1992yan ve li Almanyayê dijî, ji bo kurê xwe şînê girê dide.
Rustem û her çar xwişk û birayên wî yên din li Almanyayê ji dayîk bûne.
Xwişka Rostem a mezin, birayê xwe wekî kesekî ku ji karkirin û jiyanê gelekî hez dikir wesif kir ku her tim li dû nûgerî û karên nû bû û ji pîşeyê xwe gelekî hez dikir.
Berê sibeha 5ê Nîsana 2026an, Rustem li gel du hevalên xwe ku yek jê Alman û yê din jî Erebekî Sûriyeyî bû, li xaleke kontrolê ya polîsên trafîkê hatin sekinandin.
Ji ber biryareke şaş û guhnedana fermanên polîsan, Rustem hat kuştin û yek ji hevalên wî jî birîndar bû.
Parêzerê dosyeyê Roman Fonelvins ragihand ku heşt gule ber bi otomobîlê ve hatine berdan.
Ew bawer dike ku polîsan di erkê xwe de zêdegavî kiriye û divê berpirsyariya bûyerê bigirin ser xwe, çimkî kesek hatiye kuştin û yekî din jî bi giranî birîndar bûye.
Termê Rustem li gorî rîtuelên dînê Êzîdî li goristana bajarokê Heisbeilê ya nêzîkî bajarê Saarbruckenê hat binaxkirin.
Bûyerê ev pirs li pey xwe hişt: Gelo polîsan di gulebarankirinê de lez kiriye, yan Rustem ji ber nebûna ehliyetê û bikaranîna plakayên neyasayî, jiyana xwe kir qurbaniya xeletiya xwe?