Îsraîl û Libnan li Washingtonê dest bi dan û standinan dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîl dibêje, ew dê di rojên pêş de li Washingtonê bi hikûmeta Libnanê re dest bi dan û standinên fermî bike.
Îsraîlê her wiha amaje bi wê yekê kir ku ew ne amade ne li ser agirbestê bi Hizbulaha Libnanê re ti dan û standinan bikin.
Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê Yechiel Leiter ragihand ku Tel Evîvê ji bo destpêkirina "dan û standinên aştiyê yên fermî" yên bi hikûmeta Libnanê re razîbûna xwe nîşan daye.
Biryar e dan û standin roja sêşemê li Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya li Washingtonê dest pê bikin.
"Em bi Hizbulahê re dan û standinan nakin"
Balyozê Îsraîlê di daxuyaniyekê de got:
"Îsraîl red dike ku behsa agirbestê bi rêxistina terorîst a Hizbulahê re bike.
Hizbulah êrişên xwe yên li Îsraîlê didomîne û astengiya sereke ya li pêşiya aştiya navbera her du welatan e."
Ev gav di demekê de ye ku artêşa Îsraîlê destpêka meha borî li dijî axa Libnanê dest bi êrişeke berfireh a asmanî û bejayî kiribû.
Ev êriş piştî êrişa mûşekî ya Hizbulahê hatibûn destpêkirin.
Peymana Îslamabadê Libnanê li xwe nagire
Îsraîl dibêje, ew peymana ku biryar e roja şemiyê li Îslamabadê di navbera Amerîka û Îranê de were gotûbêjkirin, Libnanê li xwe nagire.
Li gorî amarên fermî yên Libnanê, di çend hefteyên borî yên şer û pevçûnan de zêdetirî 1950 kes li wî welatî hatine kuştin.
Tenê çarşema borî ku hevdem bû li gel yekem roja agirbesta navbera Amerîka û Îranê, di encama êrişên Îsraîlê yên li Libnanê de 350 kes hatin kuştin.