Trump: Îran bi awayekî mezin têk diçe, serkirdeyên wan nemane
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi peyameke tund bersiv da nûçeyên ku dibêjin "Îran bi ser dikeve" û diyar kir ku Îran bi awayekî mezin têk diçe.
Trump da zanîn ku hêzên deryayî û asmanî yên Îranê nemane û wan dest bi paqijkirina Tengava Hurmizê kiriye.
"Îran bi awayekî mezin têk diçe"
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyek belav kir û medyaya Amerîkayê bi belavkirina nûçeyên derew tohmetbar kir.
Trump got, "Medyaya nûçeyên derew baweriya xwe bi temamî ji dest daye, jixwe berê jî ti baweriya wan tunebû."
Trump destnîşan kir ku medya ji ber "Sendroma Dînbûna li hemberî Trump" hez dike bibêje Îran bi ser dikeve û pê de çû:
"Lê di rastiyê de her kes dizane ku ew têk diçin û bi awayekî mezin têk diçin!"
"Serkirdeyên wan êdî ne bi me re ne"
Trump da zanîn ku derbeyên giran li binesaziya leşkerî ya Îranê ketine û got:
"Hêzên wan ên deryayî nemane, hêzên wan ên asmanî nemane. Pergalên wan ên dijebalafir tunin û radarên wan têk çûne."
Trump amaje pê kir ku kargehên mûşek û dronan bi piranî ji holê hatine rakirin û anî zimên:
"Ya herî girîng jî, serkirdeyên wan ên demdirêj êdî ne bi me re ne, şikir ji Xwedê re!"
Paqijkirina Tengava Hurmizê
Serokê Amerîkayê behsa mayînên deryayî yên Îranê jî kir û wiha axivî:
"Tenê metirsiyek heye ku dibe keştiyek li mayîneke wan a deryayî bikeve lê her 28 belemên wan ên mayîndanînê niha di binê deryayê de ne."
Trump ragihand ku wan dest bi paqijkirina Tengava Hurmizê kiriye û got:
"Me wekî qenciyekê ji bo welatên li seranserê cîhanê, di nav de Çîn, Japonya, Koreya Başûr, Fransa, Almanya û gelekên din dest bi paqijkirina Tengava Hurmizê kiriye."
Trump bal kişand ser wê yekê ku vîna wan welatan an jî wêrekiya wan nîne ku vî karî bi xwe bikin.
"Keştî berê xwe didin Amerîkayê"
Donald Trump di dawiya peyama xwe de behsa hinardekirina petrola Amerîkayê kir û got:
"Gelekî balkêş e, keştiyên vala yên petrolê yên gelek welatan niha berê xwe didin Amerîkayê da ku petrolê bar bikin."
Trump daxuyaniya xwe bi gotinên "Spas ji bo baldariya we ya li ser vê mijarê" bi dawî kir.