Brîtanya Rûsya û Sûriyê bi tawana şer tometbar dike

New York (Rûdaw) – Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê êrişên ser Idlibê de civiya û welatên Ewropayê jî nîgeran in ku Helebeke din li Idlibê dubare bibe.

 

Hefteyek zêdetir e ku artêşa Sûriyê li Idlibê dest bi operasyonê kiriye, heta niha zêdetirî 150 hezar kes aware bûn û alozî û şer berdewam e.

 

Tevî nîgeraniya welatan, Amerîka di wê baweriyê de ye ku operasyona ser Idlibê demkî û sînordar e. Lê belê Brîtanya zextê li Rûsya û hikûmeta Sûriyê dike û bi encamdana tawana şer tometbar dike.

 

Di heman demê de ti aliyekî navdewletî, welatên Erebî û Amerîka jî di nav de, bi qasî welatên Ewropayê nîgeranî û tirsa xwe li ser rewşa Idlibê nîşan nadin.

 

Balyozê Fransayê yê li Neteweyên Yekbûyî dibêje: “Divê bi ti awayî nehêlin li Idlibê Helebeke din dubare bibe, ev karê me yê ewil e.”

 

Şerê Helebê bûbû sedema koçkirina bi deh hezaran welatiyên Sûriyê bo welatên Ewropayê û niha tirsa dubarebûna heman senaryoyê li Idlibê heye.

 

Brîtanya behsa çend belgeyan dike li ser encamdana tawanên şer ji aliyê Rûsya û hikûmeta Sûriyê ve, lê Neteweyên Yekbûyî ji wan ti tometek piştrast nekiriye.

 

Balyozê Brîtanyayê yê li Neteweyên Yekbûyî got: “Guman heye ku nexweşxane bi qestî hatibin bombebarankirin, bi taybetî nexweşxaneyek ku jêrzemîn bû û hatiye wêrankirin, ev tê wê wateyê ku çekên gelek bihêz û bibandor têne bikaranîn.”

 

Razîkirina welatên rojavayî û dewlemend ji bo avakirina Sûriyê û zêdetir dûrxistina Tirkiyê ji Amerîkayê, du armancên sereke yên Rûsyayê ne li Sûriyê, ku berdewamiya operasyona ser Idlibê wisa derdixe ku berevajî wan armancan bin, lewma şirovekar di wê baweriyê de ne ku ev operasyon demkî ne.