Lehiyê 62 kes kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Komara Demokratîk a Kongoyê 62 kes ji ber lehiyê mirin.

Li herêma Fiziyê ya eyaleta Kivuya Başûr a li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber barana zêde lehî rabû.

Li gorî tesbîtên destpêkê di lehiyê de 62 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Eyaleta Kivuya Başûr, piştî baranên zêde yên li Fiziyê, Gola Tanganyikayê û çend çemên derdora di ser ve çûne û gundê Kasabayê di bin avê de maye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di lehiyê de 62 mirine, 30 kes birîndar bûne û gelek kes jî winda ne.

Hat destnîşankirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê berdewam dikin û bobelata lehiyê bûye sedema zerereke madî ya mezin.

Her wiha gelek erdên çandiniyê ji holê rabûne û çalakiyên perwerdeyê rawestiyane.

Her sal li Komara Demokratîk a Kongoyê gelek caran lehî radibin û gelek caran dibin sedema mirina mirovan û ajelan.