Macron li ser şerê Rûsya û Ukraynayê got: Agirbest dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî serdana xwe ya Ukraynayê got, “Li Kyivê agirbesteke bê şert û merc a 30 rojî roja duşemê dest pê dike.”

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk doh ji bo hevdîtina Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re li Kyiva paytexta Ukraynanyê bûn.

Volodymyr Zelenskyy, Emmanuel Macron, Friedrich Merz, Keir Starmer û Donald Tusk bi rêya înternetê bi serok û serkirdeyên 20 welatên din ên di nava “Hevpeymaniya Bi Hev Re” konferansek li dar xist.

Serkirdeyên Ukrayna, Brîtanya, Fransa, Polonya û Almanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku divê Rûsya agirbesteke bê şert û merc a 30 rojî bi Ukraynayê re qebûl bike, eger na dê cezayeke mezin li ser wê bê sepandin.

Berdevkê Kremlînê jî di bersiva wê daxuyaniyê de da zanîn ku berî agirbestê divê welatên Rojavayî şandina çekan a Ukraynayê rawestînin.

Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê Xê li ser civînê û biryara ku hatiye standin daxuyaniyek belav kir.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di daxuyaniyê de anî ziman:

“Li Kyivê û li kêleka Serok Trump, me pêşniyareke zelal kir: agirbesteke bê şert û merc a 30 rojî ku roja duşemê dest pê dike.

Serok Zelenskyy bêyî ku ti mercan deyne pêbend bû. Em niha li benda bersiveke wekî wê zelal a ji Rûsyayê ne.

Dema ku çek diaxivin, dan û standin nikarin werin kirin.

Di heman dema ku sivîl tên bombebarankirin de diyalog nabe.

Pêwîst e niha agirbest hebe ku axaftin dest pê bikin. Ji bo aştiyê.”

Macron her wiha li ser hesabê xwe yê Xê vîdeoyekî ku bi Zelenskyy re girtiye belav kir û got:

"Hevalê min, pişta xwe bi me qewîn bike."

Hevdîtinên agirbestê

Sibata 2022yan bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi hezaran leşkerên Rûsyayê ketin nav axa Ukraynayê û şer dest pê kir.

Şerê Ukrayna û Rûsyayê piştî Şerê Duyem ê Cîhanê şer û krîza herî mezin a Ewropayê ye.

Bi sed hezaran leşker li her du aliyan hatine kuştin û Serokê Amerîkayê Donald Trump çend caran gotiye ew dixwaze wê “gola xwînê” rawestîne.

Berpirsên Rûsya û Amerîkayê çend caran ji bo rawestandina şerê Rûsya û Ukraynayê li Erebistana Siûdî civiyan.

Trump hefteyek e bêzariya xwe ya ji negihîştina encamê ya Rûsya û Ukraynayê diyar kiriye.

Kremlîn dibêje, şer ew qasî aloz e ku ew bipêşveçûna ku Washington dixwaze zehmet e.

Trump hişyarî daye her du aliyan û diyar dike ku îhtimal heye ew krîz rê ji “Şerê Cîhanê yê Sêyem” re veke.

Li aliyê din, Birêvebirê berê yê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns ragihand, “Metirsiyeke mezin hebû ku dawiya sala 2022yan Rûsya çekên atomî bi kar bîne.”

Niha Rûsyayê beşeke zêde ya axa Ukraynayê dagir kiriye lê Kyivê jî dev ji operasyonê bernedaye û bi berdewamî li dijî Rûsyayê şer dike.