Trump: Ez ji Kurdan bêhêvî me

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump êrişî Kurdan kir û ragihand ku wan ew "bêhêvî" kirine.

Trump got Kurdan ew çekên ku ji bo xwenîşanderên li Îranê hatibûn şandin ji xwe re hiştine.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî li ser şandina çekan a ji bo xwenîşanderên Îranê peyivî.

Trump diyar kir ku xelk dixwaze derkeve kolanan lê çekên wan tunin.

Trump got wan wisa dizanî ku dê Kurd çekan bidin wan xwenîşanderan "Lê Kurdan em bêhêvî kirin. Kurd tenê distînin, distînin û distînin."

"Ez ji Kurdan gelekî bêhêvî me "

Trump rexne li wê hevdengiya ku di nav Kongreya Amerîkayê de ji bo Kurdan heye girt.

Trump diyar kir ku nav û dengê Kurdan di Kongreyê de gelekî baş e û li wir dibêjin ku Kurd gelekî baş şer dikin û wiha pê de çû:

"Lê nexêr; tenê dema ku pereyan distînin baş şer dikin. Loma ez ji Kurdan gelekî bêhêvî me."

Serokê Amerîkayê eşkere kir ku ew ji destpêkê ve li dijî şandina çekan bûye û wiha li pey çû:

"Min nexwest çek bidin wan. Min got ku ew çek ti carî nagihin destê xwenîşanderan û ez rast derketim. Ez jirastderketinê hez dikim.

Me hinek çek û cebilxane şandin û diviyabû hatibana radestkirin lê wan ew ji xwe re hiştin."

"Ez çi dizanim?"

Trump bi awayekî îronîk bal kişand ser vê yekê û got:

"Min berê gotibû ku dê Kurd çekan ji bo xwe bihêlin lê ez çi dizanim? Ez di vê karî de nû me."

Donald Trump ji destpêka şerê Îranê ve gelek caran rexne kirine ku wan çek ji bo xwenîşanderên Îranê şandine lê Kurdan ew radestî xwenîşanderan nekirine.

Aliyê Kurdî heta niha li ser van îdiayên Trump ti daxuyanî an zelalkirinek nedaye.