Li Nîjeryayê operasyon: 70 kes hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Nîjeryayê ragihand ku di operasyonên asmanî yên li eyaleta Nîgerê de 70 çekdar hatine kuştin.
Birêvebirê Operasyonên Medyayî yê Parastinê Michael Onoja diyar kir ku li 10 gundên herêma Shiroroyê li dijî komên çekdar êrişên asmanî yên hevaheng hatine kirin.
Michael Onoja da zanîn ku di operasyonan de gelek kes birîndar bûne û êriş li gorî "îstixbarateke pêbawer" hatine plankirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên çekdar amadehiya êrişkirina li ser civakên herêmê û hêzên ewlehiyê dikir.
Sivîl hatin veguhastin
Michael Onoja ew angaşt red kirin ku di dema bombebaranê de zerer gihîştiye sivîlan.
Onoja tekez kir ku beriya operasyonê, sivîlên li derdorê ji bo ewlehiyê hatine veguhastin.
Lêpirsîn hat destpêkirin
Li aliyê din, Artêşa Nîjeryayê ragihand ku ji bo lêkolînkirina îdiayên li ser qurbaniyên sivîl lêpirsîn daye destpêkirin.
Li herêmên cuda yên Nîjeryayê demeke dirêj e li gel çekdaran, êrişên Boko Heram û ISWAPê jî pêk tên.