4 welatên Afrîkayê piştgirî da parêzgehbûna Helebceyê

Hewlêr (Rûdaw) - Somalî, Cezayîr, Guyana û Sierra Leoneyê piştgirî da parêzgehbûna Helebceyê.

5ê Gulana 2025an Yasaya Parêzgehbûna Helebceyê di Rojnameya Fermî ya Îraqê de hat weşandin û Helebce bû parêzgeha 19an a Îraqê.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser Îraqê civîneke taybet li dar xist.

Somalî, Cezayîr, Guyana û Sierra Leone ku 4 welatên Afrîkayê ne di vê civînê de piştgirî da parêzgehbûna Helebceyê.

Di daxuyaniya hevbeş de, ji bo “hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo têkoşîna li dijî astengiyên hundirîn” jî piştgirî hat dayîn.

Balyozê Somaliyê yê Neteweyên Yekbûyî Ebubekir Dahîr Usman di rûniştina ku doh li New Yorkê pêk hat de bi navê çar welatan axivî û wiha got:

"Em hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo têkoşîna li dijî krîzan ji nêzîk ve dişopînin û pesnê wan didin.

Qebûlkirina fermî ya Helebceyê wek parêzgeha 19emîn a Îraqê, bipêşveçûneke girîng û erênî ye."

Pêvajoya hilbijartinan jî li rojevê bû

Balyozê Somaliyê derbarê hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên 11ê Çiriya Paşîn a 2025an û xebatên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê jî daxuyanî da.

Ebubekir Dahîr Usman bi taybetî destpêkirina qeydkirina dengder û namzetan wekî “gaveke erênî” bi nav kir û destnîşan kir ku ev dê ji bo pêvajoyeke hilbijartinê ya şefaf bibe alîkar û anî zimên:

"Em destpêkirina pêvajoya qeydkirina dengderan ji bo hilbijartinên şefaf wekî gaveke girîng dinirxînin."

Wî bangî rayedarên Îraqî kir da ku misoger bikin gel bi rêjeyeke baş beşdarî hilbijartinên 11ê Çiriya Paşîn bibe.

Balyozê Somaliyê her wiha ji Îraqê xwest ku sererastkirinên di qanûna medenî de jin û zarokan neêşînin.