Li Kolombiyayê 19 êrişên bi bombeyan: 7 kuştî, 50 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Caliyê yê Kolombiyayê û bajarokên derdora wê, li dijî saziyên giştî di 19 êrişên bombeyî de 7 kes mirin û herî kêm 50 kes birîndar bûn.
Li başûrrojavayê Kolombiyayê, li bajarê Cali ku bajarê sêyemîn ê herî mezin ê welêt e û li bajarokên nêzîk ên wekî Villa Rica, Guachinte û Corintoyê li qereqolên polîsan, avahiyên şaredariyan û hedefên sivîl 19 êriş kirin.
Di êrişên bombeyî û çekdarî yên hevdem de 7 kesan mirin û herî kêm 50 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya The Guardianê, şefê polîsê neteweyî Carlos Fernando Triana diyar kir ku êrişkaran bi wesayîtên bombebarkirî, motorsîkletên bombebarkirî, gulebarana bi tivingan û droneke bi guman êrişî hedefan kiriye.
Triana got, "Du polîs hatin kuştin û gelek kesên sivîl jî mirin."
Polîsê Kolombiyayê îdia kir ku fraksiyoneke muxalîf a Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC), ku demekê komeke gerîla ya bihêz bû, berpirsiyarê hinek ji van êrişan e.
Pispora ewlehiyê ya ji Koma Krîzê ya Navneteweyî, Elizabeth Dickenson ji AFPyê re axivî û komeke bi navê Sererkaniya Navendî (EMC) wekî berpirsiyar nîşan da.
Elizabeth Dickensonê da zanîn ku ji ber hevrêzkirina baş a êrişê, kom xwedî kapasîteyeke mezin e û lidarxistina operasyoneke li metropolekî wekî Cali cihê fikaran e.
Dickensonê her wiha got ku dibe ku kom hewl dide operasyoneke leşkerî ya berdewam bide sekinandin, ku di wê operasyonê de hatibû ragihandin ku rêberê payebilind ê komê yê bi navê 'Iván Mordisco' birîndar bûye yan jî hatiye kuştin.
Dickensonê got, "Ew hewl didin ku mesrefa vê hewldana leşkerî ji bo hikûmetê giran bikin."
EMCyê jî di daxuyaniya xwe ya doh de gel hişyar kiribû ku ji tesîsên leşkerî û polîsan dûr bikevin, lê belê berpirsiyariya êrişê negirt ser xwe.
Di 7ê Hezîranê de, li Bogotaya paytexta Kolombiyayê, Senator Miguel Uribe Turbay ku yek ji berbijêrên serokkomariyê yê Partiya Navenda Demokratîk a rastgir bû, rastî êrişeke çekdarî hatibû.
Tê diyarkirin ku êrişên bombeyî yên ku 3 rojan piştî vê êrişa çekdarî pêk hatin, di nava gel de fikara "vegera li rewşa pevçûnan a salên 1980-90î" zêde kiriye.