Barzanî: Berpirsên Belçîkayê amade ne çavdêran bişînin referandûmê

Brûksel (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de piştî civîna li gel Serokê Herêma Flandersê, ragihand: “Berpirsên Belçîkayê amade ne çavdêran bişînin bo şopandina pêvajoya referandûmê.”

 

Îro Duşemê 11-07-2017, şanda Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de li Brûkselê li gel Serokê Herêma Flanders a Belçîkayê Geert Bourgeois, civînek pêk anî.

 

Piştî civînê Serokê Herêma Flandersê Geert Bourgeois ji rojnamevanan re got: “Em rêzê ji biryara gelê Kurdistanê re digrin.”

 

Bourgeois herwiha got: “Eger kurd ji bo serxwebûnê gavan biavêje, divê em qebûl bikin û rêzê li hember vê biryarê bigrin. Şandina nûneran ji bo çavdêriya referandûmê jî di destê hikûmeta belçîkayê de ye.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ragihand: “Berpirsên Belçîkayê amade ne çavdêran bişînin bo şopandina pêvajoya referandûmê.”

 

Hêjayê gotinê ye, ku şanda Kurdistanê danê sibê ligel Cîgirê Serokwezîr, Wezîrê Berevanî û hejmareke din ên berpirsên hikûmeta Belçîkayê civiyabû.

 

Serok Barzanî, piştî civîna li gel Cîgirê Serokwezîr, Wezîrê Berevanî û hejmareke din ên berpirsên hikûmeta Belçîkayê di daxuyaniyeke çapemeniyê de gotibû: “Civîna me pir baş derbas bû. Me peyama gelê Kurdistanê gihande dostên xwe yên Belçîkayê. Li hevfêmkirine pir baş hebû. Spasiya wan dikin. Helwesta wan pir bi dostane bû.”

 

Roja Duşemê 10-07-2017, şandeke Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, gihişte Brûksela paytexta Belçîkayê.

 

Amanca şanda Kurdistanê ew e, ku ji berpirsên Ewropayê re behsa pêngavên referandûma Başûrê Kurdistanê bike, behsa mafên gelê kurd bikin. Herwiha daxwaza pişgiriya pêvajoya referandûmê bikin.

 

Di şanda Kurdistanê de nûnerê YNK û Kerkûkê Necmedîn Kerîm, Nûnere PDKê Hoşyar Zêbarî, Nûnerê Yekgirtûya Îslamî Mihemed Hewdiyanî, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, Nûnerê tirkmenan Mihemed Sededîn, Nûnera krîstiyanan Wehîde Hûrmiz û Nûnerê kurdên êzidî Şêx Şemo, cîh digrin.

 

Plana Komîteya Referandûmê ew e, ku hewlên xwe yên dîplomatîk berdewam bike da ku dengên na yên li hember referandûmê kêm bibe.