Seroka Şaredariya Parîsê: Spas bo Pêşmerge, em li vir azad in
Parîs (Rûdaw) – Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo piştî civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê, ji ber jinavbirina DAIŞê spasiya hêzên Pêşmerge kir û ragihand ku hefteya bê, rêkeftineke hevahengî û pêkve karkirinê dê di navbera Hewlêr û Parîsê de were îmzekirin.
Piştî civîna li gel Serok û Wezîrê Derve yên Fransayê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li gel Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo civiya.
Piştî civîna wan, Anne Hidalgo di konferanseke rojnamevanî de got: “Em welatê we hez dikin, min du caran serdana Hewlêrê kiriye, we li şûna me şerê DAIŞê kir, spas bo Pêşmerge, em li vir azad in.”
Anne Hidalgo herwiha diyar kir ku biryar e roja duşema bê, rêkeftineke hevahengiyê û pêkve karkirinê di navbera Hewlêr û Parîsê de were îmzekirin, bi rêya wê rêkeftinê peywendiyên aborî û çandî yên navbera Parîs û Hewlêrê werin pêşvebirin.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye: “Ez kêfxweş im ku min serdana Seroka Şaredariya Parîsê li ofîsa wê kir. Me behsa hevahegiya navbera Hewlêr û Parîsê kir. Ez dilxweş im ku dibînim hewldanên nûjenkirina Notre Dame bi başî birêve diçin, ev jî piştî wê yekê ku destpêka îsal agir beşeke wê şûnwara dîrokî wêran kir.”
I’m pleased to visit Mayor of Paris @Anne_Hidalgo in her office and discuss cooperation between Erbil & Paris. I’m glad to see that Notre Dame recovery & reconstruction efforts are well underway after fire destroyed a portion of this historic landmark earlier this year. pic.twitter.com/zgnNHlZTfl
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) July 11, 2019
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh li Koşka Elysee ji aliyê Serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hatibû pêşwazîkirin û di civînê de çend mijar gotûbêj kiribûn, piştre li gel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian civiyan.
Nêçîrvan Barzanî li ser civîna xwe ya li gel Emmanuel Macron diyar kir ku civîneke gelek baş bû û spasiya rola Fransayê kir, ku piştî giştpirsiyê wisa kir ku careke din ji aliyê siyasî ve derî li ber Kurdistanê vebin.