Donald Trump: Rêjeya tawanan a li Washingtonê du qatê ya li Bexdayê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Rêjeya tawanan a li Washingtonê du qat ji ya Bexdayê zêdetir e û  ragihand ku ew dê hêzên Parastina Niştimanî li Washington bi cih bike û hêza polîsê bajêr jî bixe bin kontrola federal.

Trump armanca vî planê radîkal wekî “rûbirûbûna tawanan û paqijkirina kolanên bajêr ji konên penaxwazan” eşkere kir.

"Em paytexta xwe ji nû ve bi dest dixin"

Trump li Koşka Spî di konferanseke rojnamegerî de axivî û got, “Îro li Washington DCyê roja azadkirinê ye û em paytexta xwe ji nû ve bi dest dixin.

Bi gotina Trump rêjeya tawanan a li Washingtonê du qat ji ya Bexdayê zêdetir e.

Trump li ser rewşa ewlehiyê û zêdebûna berbiçav a rêjeya tawanan li Washingtonê got, "

"Rêjeya tawanan li Washingtonê du qat ji ya Bexdayê zêdetir bûye. Panama City, Brezîlya, San José ya Kosta Rîkayê, Bogotaya Kolombiyayê ku madeyên hişbir lê zêde ne, Mexico City, Lîmaya Peruyê...

Em ji hemûyan du-sê qatan zêdetir in. Li Washingtonê ji her 100 hezar kesî 41 tawan hene.

Ev di cîhanê de hejmara yekem e."

"Ev bajar nabe penagehek ji bo koçberên tawanbar"

Trump her wiha tekez kir ku ew ew dê taxan ji koçberan paqij bikin û got:

Em dê hêza polîsê Washingtonê bixe bin kontrola rasterast a federal û  em dê 800 endamên Parastina Niştimanî li DCyê bi cih bikin û eger pêwîst bike em dê artêşê jî bişînin.

Em dê taxan paqij bikin. Ev bajar êdî nabe penagehek ji bo tawanbarên koçber ên neyasayî.

Nêzîkî ji sedî 70yê wan tawanbarên ku sala 2023yan li Washingtonê hatin girtin, nehatine darizandin."

Biryar hat protestokirin

Dema ku daxuyaniyên Trump berdewam dikir, komeke ku piraniya wan ji penaxwaz û bêmalên ku li kolanan di bin konan de dijîn pêk dihat, li ber Koşka Spî kom bû û biryar protesto kir.

Tê gotin ku ev plana nû û tund a destwerdanê, berdewamiya polîtîkayên Trump ên li dijî koçberan e ku li ser sînorê Meksîkayê dimeşîne.

Trump îşaret pê da ku eger ev model bi ser bikeve, dibe ku li bajarên din ên di bin birêvebiriya Demokratan de ku rêjeya tawanan lê zêde ye, wekî New York û Chicagoyê jî were bicihanîn.